Li Stenbolê agir bi 10 dikan û cihên kar ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê şevê din agir bi çend dikan û cihên kar ên nêzîkê hev ket. Gelek tîmên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin û agir hat kontrolkirin. Li gor agahiyên hatine belavkirin, polîs li ser wê yekê radiwestin ku dibe hinek kesan agir bi wan dikanan xistibe.

Şevê din demjimêr derdora 02.00 li Taxa Guneşli ya Bagcilar a Stenbolê agir bi nêzîka 10 dikan û cihên kar ket.

Piştî şandina tîmên agirvemirandinê agir hat kontrolkirin. Welatiyên taxê rijiyan ser cadeyan û xwediyên dikanan jî man matmayî.

Yek ji xwediyên cihê kar bi nave Mustafa Yaşar got: “Derbarê agir de ti agahiyên me nînin. Li gelek cihan agir derketiye, 500 metre nêzîkê cihê me yê kar. Dikanên din jî wek ya me yên cam û kel û pelên porselen in. Ji xwe xwediyên dikanên din jî merivên min in.”

Hêzên ewlekariyê li ser wê yekê radiwestin ku eger heye hinek kesan agir bi wan dikanan xistibin û tê gotin ku derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêkolînan kirine.