Encamên hewlda darbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê

15-07-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Darbe Leşkerî Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Tirkiye, yek ji wan welatan e ku dîroka wê tijî ye ji darbe û hewlên darbeyan e.

 

Ji bo cara yekemîn di sala 1960an de darbeyekî leşkerî hat encamdan û serokwezîrê wê demê Adnan Menderes tevî du wezîrên din hatin darvekirin. Piştî wê jî, her çend salan carekê darbeyek li wî welatî çêbû û bi hezaran kes bûne qurbaniyê wan darbeyan.

 

Herî dawiyê jî hewla darbeya 15ê Tîrmehê hat encamdan ku 250 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 2193 kesan jî birîndar bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî vidyo-grafîkek di derbarê dîroka darbeyên li Tirkiyê de amade kiriye, ew xal derxistine pêş:

 

-Di dîroka Tirkiyê de yekem darbe sala 1960ê hate encam dan.

 

-Serokwezîrê Tirkiyê Adnan Menderes û du wezîr hatin sêdaredan.

 

-Sala 1971ê artêşa Tirkiyê  careke din darbe kir.

 

-Di darbeya 1980ê de 49 kes hatin sêdaredan 650 hizar kes hatin girtin.

 

-Sala 1997ê di encama darbeyeke "postmodern"de serokwezîr ji wezîfê hate dûrxistin

 

-Hikumet Cemata Fethulah Gulen weke tawanbarê hewla darbeya 15ê Tîrmehê dibîne.

 

-15ê Tîrmehê 250 kesan canê xwe ji dest dan û 2193 kes birîndar bûn.

 

-50 hizar û 510 kes hatine girtin. Bo 72 kesan cezayê heta heta hate birîn.

 

-21 Tîrmehê hikumetê rewşa awarte ragehand.

 

-35 biryarname hatin derxstin û 129 hizar kes ji wezîfeyên xwe hatin derxistin. 

 

-70 rojname, 18 televizyon, 25 radyo , 20 kovar û 1431 komele û sazî hatin girtin.

 

-Tekoşîna hikumetê li hember cemaata Fethulah Gulen berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst