Salek bi ser hewla darbeya leşkerî ya Tirkiyê re derbas bû

15-07-2017
Kemal Avcı
Tirkiye
Tirkiye
Nîşan Tikirye Darbeya Leşkerî Cemaeta Fetullah Gulen
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Îro salek bi ser hewla darbeye ya 15ê Tîrmeha 2016an re li Tirkyê derbas dibe, ku li bajarên sereke yên Tirkiyê bi beşdarbûna çendîn balafirên şer û hêzên leşkerî hewla darbeyê hatibû dayîn û bi rabûna xelkê re ew hewla darbeyê hatibû têkbirin.

 

Li gorî daneyên fermi yên hikumeta Tirkiyê, di nava salekê de bi tohmeta beşdarbûna hewla darbeyê 50 hezar kes hatine girtin, ji sed hezarî zêdetir karmend jî ji kar hatin avêtin.

 

Li Tirkiyê sala borî ji aliyê Cemaata Fetullah Gulen ve hewla darbeya leşkerî pêk hatibû. Li gorî daneyên fermi yên hikumeta Tirkiyê di nava saleke de bi tohmeta beşdarbûna hewla darbeyê 50 hezar kes hatin girtin, ji sed hezarî zêdetir karmend jî ji kar hatin avêtin.

 

Parastvanên mafên mirovan jî dibejin, di dema rewşa awarte de mafên aliyên oposizyonê yên ku peywendiya wan bi  hewla darbeyê re nebûye  jî hatiye binpêkirin.

 

Darbekaran parlamento, koşka serokomariyê û gellek awahiyên fermî bombebaran kiribûn. Tevî hebûna nakokiyan,  Hikumet û  partiyên opozisyonê  bi yek dengî li dijî hewla darbeyê sekinîbûn

 

Parlamenterê AKPê Mehmet Metîner derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Hewla darbeyê ne tenê ji bo wê yekê bû ku hikumeta me ji kar bikeve heman demê, armanca wan ew bû ku dewletê bi temamî bixin bin destê xwe. Armca wan ya herî xeter ew bû ku wan dixwast tirkiyê dagîr bikin. Terorîstên ku kincên eskerî li xwe kirine dixwastin welatê me radestî hêzên emperyalîst bikin.  Talîmata wan ji pensilvanyayê hatibû û haya NATOyê jî ji karê wan hebû, lê spas bo xwedê me planên wan  pûç kirin.”

 

Şeva hewla darbeyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan, bi rêya televizyonan bang li xelkî kiribû, ku dakevin kolanan . Metîn Dogan jî li ser banga Serokomarê Tirkiyê wê şevê derketibû kolanan.

 

Weneyên wî yên dema ku dixwast tankan bisekînîne demeke dirêj di çapemeniyê de cih girtin. Metîn Dogan behsa wê şevê  ji Rûdawê re dike: “Heta 40 saliya xwe jî min tiştekî wisa qet nekiribû , heta wê demê çi caran dengê min ewqas bilind nebibû, tiştê ku min kirine, bandor li ser tenduristiya min dikirin. Heta ku hêrsa meriv kêm bibe pêwistî bi demê heye.  Dema kum in çalakiya xwe dikir, ez bi aram bûm , hişê min li serê min bû. Min dizanî ka ez çi dikim.”

 

Li gorî daneyên fermî yên Wezereta Dadê, 50 hezar û 510 kes, ku di nava wan de 73 walî 169 general jî hene, bi tohmeta beşdarbûna hewla darbeyê hatine girtin. Herwiha ji sed hezarî zedetir karmend jî ji kar hatine durxistin .

 

Li gorî saziyên  mafê mirovan gellek kesên ku peywendî bi hewla darbeyê nebûne jî bi destê hikumetê hatine mexdur kirin.

 

Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiyê İHDê Ozturk Turkdogan got: “Wezareta Dadê di derbarê  operasyonên li dijî Cemata Fethulah Gulen daxuyaniyan dide û amara belav dike.  Lê aliyekî din yê vê meselê heye, zordariyeke mezin li ser hemû aliyên civaka oposizyonê tê meşandin. Hevserokê HDPê jî di nav de hê jî 13 parlementer girtîne. Zêdetirî 80 serok şaredar girtîne.  Dest danane ser 89 Şaredariyên Kurdan. Ev şaredar bi îradeya gel hatibûn helbijartin. Zêdetirî 150 rojnamevan di girtîgehan de ne.”

 

Hikumetê ji bo çareserkirina mexduriyetên hewla darbeyê komisyonek avakir. Komisyon dê di 17ê Tîrmehê dest bi kar bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst