Birayê Sirri Sakik piştgiriya Erdogan dike

Mûş (Rûdaw) – Birayê şaredarê Agirî yê HDPê Sirri Sakik, Namik Sakik berovajî birayê xwe pişta Erdogan girt.

 

Birayê şaredarê Agirî Sirri Sakik, Namik Sakik ragihand ku wî 9 hezar lîre li ser hesabê namzedê AKPê yê serokomariya Tirkiyê û serokwezîr Receb Tayîb Erdogan razandiye.

 

Namik Sakik, derbarê vê de got ku ji ber ku Erdogan kuştinên kiryarnediyar daye sekinandin û di nav kurdan û tirkan de biratî çêkiriye.

Birayê Sirri Saki, her wiha anî ziman ku ew dê li bajarê xwe, Mûşê, ji bo piştiriya Erdogan bixebite û wiha pê de çû: “Rexneyên ku li Erdogan tên kirin, bêwijdanî ye. Li dorberên min gellek mirov hatin kuştin yek ji wan jî birayê min bû. Erdogan ev kujernediyarî sekinand. Ez hêvî dikim kurdên fehman dê piştgiriya Erdogan bikin.”

Tê zanîn, Sirri Sakik yek ji rexnegirên tund ên Erdogan û hikûmeta AKPê ye.