BÎSAMê sînorên hejarî û birçîbûnê yên meha Gulanê eşkere kir

15-06-2023
RÛDAW
Nîşan BÎSAM Sînorê Birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê ragihand ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di Gulana îsal de sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihiştiye 10 hezar û 72 lîreyên Tirkî ku dike derdora 426 dolaran û sînorê hejariyê yê heman malbatê jî bûye 34 hezar û 838 lîre ku ew jî dike nêzîkî hezar û 476 dolar.

Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê (BÎSAM) ku her meh amarên li ser sînorên birçîbûn û hejariya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav dike, rapora xwe ya derbarê meha Gulana îsal de belav kir.

Li gor BÎSAMê, sînorê birçîbûnê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê gihiştiye 10 hezar û 72 lîreyên Tirkî ku dike derdora 426 dolar. Sînorê hejariyê yê heman malbatê jî bûye 34 û  838 lîre ku dike hezar û 476 dolar. Ev di demekê de ye ku mûçeyê kêmane yê karkerekî 8 hezar û 506 lîreyên Tirkî ye ku ew jî dike 360 dolarên Amerîkî.

Li gor raporê her kesek bi regezê nêr ku temenê wî di ser 20 salî re be ji bo ku bi awayekî tendirust jiyana xwe berdewam bike, divê mehane 2 hezar û 742 lîreyên Tirkî tenê ji bo xorakê xerc bike. Ev hejmar bo kesek ji regezê mê wate jin, an keçekê jî 2 hezar 635 lîreyên Tirkî ye. Xerciya xorakê ya ciwan an xortekî di navbera 15 heta 18 salî de jî 2 hezar û 838 lîreyên Tirkî ye.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji bo ku bi awayekî tendirust bijî, xerciya mehane ya xorakê ji bo zarokekî di navbera 4  û 6 salî de jî hezar û 857 lîreyên Tirkî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst