Erdogan: Em dê ji bo destûreke sivîl kar bikin

15-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Tirkiye Destûr Erdogan Kabîneya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe ragihand ku ew dê di dema erkê xwe de ligel hevbeşên xwe yên hevpeymaniyê kar li ser wê yekê bikin ku destûreke sivîl bînin Tirkiyê.  Erdogan li ser rewşa aborî û zêdekirina mûçeyê kêmane jî got: "Me ji bo di serdema nû de aboriya xwe bighînin lûtkeyê kadroyên xwe damezrandine û em dê hemû projeyên xwe cîbîcîh bikin.”

Kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê, roja Çarşemê 14ê Hezîrana 2023an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Enqerê  bo cara duyemîn civiya. Civîn derdora 8 demjimêr û nîvan berdewam kir û Erdogan piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rewşa aborî ya Tirkiyê û zêdekirina mûçeyê kêmane mijarên sereke yên civînê bûn. Erdogan di vê derbarê de zanîn ku Komîsyona Destnîşankirina Mûçeyê Kêmane dest bi civîn û xebatan kiriye û got: “Ez hêvîdar im dê di encama civînan de lihevkirinek wiha çêbibe ku hemû alî jê razî bin. Me îro ligel her wezaretekê jî nirxandinên berfireh kirin. Me guh da bernameyên kurt, navîn û demdirêj ên hevalên xwe yên wezîr.”

Erdogan diyar kir ku xelkê Tirkiyê di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de bi îradeya xwe red kirine careke din vegerin ser sîstema berê û got: "Nîqaşên derbarê sîtema parlamenteriyê de bêyî ku careke din behsa wê bê kirin bi dawî bûn. Em dê ji niha û şûnde bileztir ber bi armancên xwe ve biçin û proje û planên xwe di demek kêmtir de cîbîcîh bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê di axaftina xwe de rexne li opozîsyona Tirkiyê jî girtin û got: "Bi îdiayên xwe yên ku digotin AK Partî bi dengên gundan hilbijartin qezenc kiriye zêdegavî kirin. Hûn wiha sivikatiyê bi xelkê dikin û ev xelk jî tişta hûn heq dikin dide we. Hêrsa 14ê Gulanê ji navçeyên erdhejê û hêrsa 28ê Gulanê jî ji welatiyên me yên li gund û gundewaran dijiyan derxistin. Tohmetbarkirina welatiyan bi firotina dengê xwe bi 500 lîreyan, bi ti awayî nayê rave kirin.”

Di berdewamiya gotara xwe de Erdogan amaje bi guhertina destûra Tirkiyê jî da û got: "Bi hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê Tirkiye bo lîgek nû bilind bûye. Di serdema erkê xwe de em dê ligel hevbeşên xwe yên hevpeymaniyê kar li ser wê yekê bikin destûreke sivîl bînin Tirkiyê.”

Serokkomarê Tirkiyê got: “Em tenê di nav meha Hezîranê de bi giştî 19 milyar lîre alîkarî didin welatiyên xwe yên kêmdahat. Piştî daxuyaniya me ya heftiya borî, komîsyona me ya mûçeyê kêmane dest bi xebatan kiriye. Hevdîtin di keşûhewayek erênî de berdewam in. Ez bawer im ku em dê encamek wiha bidest bixin hemû alî jê razî bin. Em proseya parlamentoyê ya derbarê zêdekirina mûçeyê karmendên hikûmî de jî di demek nêzîk didin destpêkirin. Ev yek ji mijarên sereke ye ku grûba me pêşkêşî parlamentoyê bike. Piştî teqdîmkirinên heftiya borî, me îro jî derbarê her wezaretekê de gotûbêjên berfireh kirin. Min derfet dît guh bidim plan û projeyên kurt, navîn û demdirêj ên hevalên xwe yên wezîr ên derbarê serdema nû de. Em dê hemû projeyên xwe di çarçoveya rojjimêreke diyar de cibîcîh bikin. Spas bo Xwedê me bo serdema nû kadroyên xwe yên kurmay di demek kûrt de  pêkanîne ku aboriya me vejînin û bighînin lûtkeyê.  Me ji Banka Navendî heta Saziya Çavdêrî û Sererastkirina Bankeyan û saziyên peywendîdar kesên di qada xwe de pispor damezrandine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst