Dosyaya lêpirsînê ya Salihe Aydeniz şandin Enqerê

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dosya ku ji bo Parlamentera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Salihe amade kir, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şand.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de bi sûcdariya “li dijî polîsê peywîrdar derketin” lêpirsîn dabû destpêkirin.

Roja Yekşemê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Ocalan hat kirin. Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDPê û polîsan de derket. Di nav aloziyê de dibe şerê Parlamentera DBPê Salihe Aydeniz û polîsekî. Ev jî bû sedema nerazîbûnê.

Şaxa Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser çalakiya bi navê "Li hemberî siyaseta tecrîdê bo parastina azadiyê ber bi Gemlikê ve dimeşin" lêkolînên xwe temam kir.

Di raportê de tê gotin ku Parlamentera DBPê Salihe Aydeniz kulm li polîsekî xistiye.

Derbarê Salihe Aydeniz de bi îdiay kulm li polîsê bi navê Hakan A. xistiye û ji ber sûcê "li ber polîs rabûye" lêpirsînê dest pê kir.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dosyaya lêpirsînê amadekirin ew dosya ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re şand.

Haz zanîn ku Hakan A. jî di îfadeya xwe daye û tê dibêje: “Min bi awayekî nerm koma çalakvanan hişyar kir û alîkariya hevalên xwe yên din kir, lê parlementera DBPê kulm li min xist.”

Hevseroka DBPê Salîha Aydenîz di 12ê Hezîranê de li dijî dorpêça polîsan ku ji Meşa Gemlikê re bûbûn asteng, derketibû û di navbera parlamenteran û polîsan de alozî derketibû. 

HDP dibêje di çalakiyê de polîsan guşar û zexteke zêde li beşdaran kirine û Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî ragihandibû ku her çiqas polîs hebûn bo Kadikoyê hatibûn şandin.