Ufuk Uras: Tirkiye dikare YPGê bi navekî din qebûl bike

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Ufuk Uras dibêje “Tirkiye weke peywêndiyên wê yên ku bi Başûrê Kurdistanê re hene ji bo Sûriyê jî dikare van encam bide û li ser vê yekê bikeve rêkeftinekî lê ev ne li ser YPGê bi navekî din dikare van peywendiyan pêş bixe.”

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Ufuk Uras beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û hevdîtina Biden-Erdogan, YPGê Lûtkeya NATOyê, pêywendî û aloziyên di navbera Tirkiyê û Amerîka-Yekîtîya Ewropayê nirxand.

Akademîsyen û şîrovekarê siyasî Ufuk Uras di derbarê piştgiriya Amerîkayê bo YGPê de wiha got “Ev mijar di civîneke tenê de nayê çareserkirin. Bi taybetî mijarên girêdayî pêşeroja Sûriyê û ewlekariya peywendî ji aliyê hikûmeta navendî ya Sûriyê ve hatiye parastin. Saziyên weke YPGê jî di nava saziyên din de bên helandin û biçin ser bi hikûmeta navendiya Sûriyê û di vê mijarê de Tirkiye dikare vê yekê qebûl bike.”

Uras têkiliyên Başûrê Kurdistanê mînak da û got “Tirkiye weke peywêndiyên wê yên ku bi Başûrê Kurdistanê re hene, ji bo Sûriyê jî dikare van encam bide û li ser vê yekê bikeve rêkeftinekî lê ev ne li ser YPGê bi navekî din dikare van peywendiyan pêş bixe.”

Uras di derbarê civîna Biden û Erdogan de got “Dibe ku Erdogan di civînê de hinek tişt bidest xistibe. Ji ber ku li Tirkiyê ji vê civînê dibû ku krîzek derkeve û bandorê li ser siyaseta Tirkiyê bike, lê ji ber hebûna peywendiyên stratejîk yên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, bi serkeftî birêve çû.”

Li ser peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de jî Uras wiha got “Ji ber rewşa Sûriyê koçberên ku hatine, pêwîstiya Ewropayê bi Tirkiyê heye. Tirkiye di mijara demokrasiyê de dê hinek guhertin û reforman bike. Ji bo peywendiyên Ewropayê ev gellek giring in bi taybetî doza girtina HDPê de em divînin hesasiyeteke navdewletî heye. Ne li ser girtina partiyan lê komareke demokratîk a pir çand û nasname dixwazin.”