Tirkiyê bang li endamên KNK û PKWDê kir vegerin welatê xwe

 

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê, Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Enqerê derheqê 26 endam û rayedarên PKKê de ku bi hêceta “avakirin û endamtiya rêxistina terorê” biryara girtina wan hatibû dayîn, ragihand, eger ew di nav 3 mehên bê de vegerin Tirkiyê nayên girtin.

Ji ber sûcê "avakirina rêxistina terorê û endamdatî û birêvebirina rêxistinê" derbarê 31 kesên ku di avakirina "Parlementoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat" (PKDW) û "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê" (KNK) de cî girtin de doz hatibû vekirin û ev 31 kes li Dadgeha Cezayê Giran a 8emîn a Enqerê de dihatin darizandin.

Dadgehê derheqê 26 bersûcan de ên ku heta niha îfade nedane û li derveyî welêt dijîn de biryara girtinê betal kir û ragihand, heke di nav 3 mehan de vegerin Tirkiyê dê neyên girtin.    

Navên ku dikevin ber birayara dadgehê ev in:

"Zubeyîr Aydar, Felemez Başboga, Alî Haydar Asliyuce, Mahmut Kilinç, Şengul Ozbek, Îlknur Şen, Mehmet Siraç Bilgîn, Îsmaîl Ozden, Alî Haydar Celasun, Ekrem Berkpinar, Alî Matur, Nejdet Buldan, Nizamettîn Toguç, Mehmet Alî Yigît, Haydar Işik, Mehmet Taşkala, Remzî Kartal, Celal Ozkan, Abdurrahman Çadirci, Azîz Dogan, Yaşar Ertaş, Elif Alataş, Ahmet Turhalli, Okkeş Kolusari, Şemsettin Aktaş û Mesut Uysal."

Bersûc heke di nav 3 mehan de vegerin Tirkiyê û îfade bidin dê li gor benda 246an a bi navê "Belgeya Ewlehiyê ya Bersûc" neyên girtin.

Doza ku berê li Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Enqeyê dihat dîtin, şert û ewlehiya derdestnekirinê dabû Yusuf Serhat Bucak, Yaşar Kaya û Şerafettîn Kaya, ev kes hatibûn Tirkiyê û parastina xwe dabûn.

Parêzerên bersûcan di rûniştinan de daxwaz dikirin û digotin ku muwekîlên wan dixwazin îfade bidin, lê ji bo vê şertê ewlehiyê dixwestin.

Dadgehê biryara destdanîna li ser mal û milkên Yusuf Serhat Bucak, Yaşar Kaya û Şerafettîn Kaya jî piştî parastinê betal kir.