Meral Daniş Beştaş: Azadiya hevalên me tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê

15-05-2024
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê derbarê Doza Kobanî de got, “Di Doza Kobanî de azadbûna hevalên me tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê”

Ji Doza Kobaniyê Hevserokên Berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî di nav de 18 ji wan girtî 108 siyasetmedarên Kurd tên darizandin.

Tê pêşbînîkirin ku 16ê Gulana 2024an dadgeh biryara xwe ya derbarê dozê de bide.

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Doza Kobaniyê peyamek belav kir.

 Beştaşê got, “Hevalên me yên dîl hatine girtin divê bên berdan.”

Herwiha Beştaşê bangî CHPyê jî kir ku di navbera kesên girtî de cûdakariyê neke û helwêsta wê bo hemû girtiyan yek be.

“Azadiya wan tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê”

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di peyama xwe de wiha got:

“Banga me ji bo desthilatê ye ku vegere hiqûqê. Em bang li desthilatê dikin, berê xwe bidin edaletê, biryarên Dadgeha Ewropayê bînin cih, biryarên Destûra Bingehîn bînin cih.

Cîhan û hemû welat bi hezar salan e heta hiqûq anîne vê astê bi milyonan bi milyaran mirov ketine bin axê. Êdî dema vegera li hiqûq û edaletê ye.

Dawî li rewşa dîlgirtina hevalên me bînin. Azadiya wan tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya edaletê û azadbûna me hemûyan.”

Bûyerên Kobaniyê

Protestoyên Kobaniyê ku wekî bûyerên 6-8ê Çiriya Pêşîn jî tên binavkirin, 6-8ê Çiriya Pêşîna 2014an ji aliyê HDPyê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan a ji bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyeyê were rawestandin.

Li gorî raporta Komelaya Mafên Mirovan, 7-12ê Çiriya Pêşîna 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabû, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin.

Herwiha li gorî amarên ajansa fermî ya Tirkiyeyê yên wê demê zerer gehiştibû hezar û 113 avahiyan jî.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de 18 kes ji wan bi awayekî girtî, 108 kes ji Doza Kobaniyê tên darizandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst