Herî kêm 40 rêveber û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro di biserdegirtinên malan de herî kêm herî 40 rêveber û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên Stenbol, Îzmîr, Antalya û Wanê îro bi ser gelek malan de girt.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye kirin de bi îdiaya endambûna PKK/KCKyê derbarê 25 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Li 25 navnîşanan operasyon hat kirin

Li ser vê yekê hêzên ewlehiyê li 25 navnîşanan operasyon kir û 21 kes hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku di biserdegirtinên malan ên li Stenbolê de tevî endamê Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Unal Yusufoglu, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) û çend endamên DEM Partiyê hatine desteserkirin.

Polîsan kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê.

Li gorî nûçeya MAyê navên hin kesên hatine desteserkirin wiha ne:

Adîl Gumuş, Fîkrî Baş, Zubeyîr Taş, Vîldan Dogan, Unal Yusufoglu, Alamettîn Demîr, Necla Aktay, Suat Yildiz, Ertan Hamîtoglu, Zubeyde Gulsul, Suzan Gezîcî, Ahmet Altinişik, Bînguzel Ulu, Fîlîz Aydin, Yaşar Gokdemîr.

Herwiha lêgerîna hêzên ewlehiyê ya ji bo ji bo desterserkirina 4 kesên din jî dewam dike.

Li Îzmîrê 16 kes hatin desteserkirin

Li Îzmîrê jî bi hinceta protestoyên ji bo piştevaniya şaredarên Wanê derbarê 19 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Di biserdegirtina malan de 16 kes hatin desteserkirin.

Navên kesên li Rêveberiya Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin wiha ne:

Erkan Gokber, Tugçe Kizildemîr, Mehmet Kasar, Emîne Akbaba, Berfîn Buyukertaş, Arda Duvarci, Azat Kunur, Elîf Yerlîkaya, Muhammet Arda Bulgan, Nîlufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Sezgîn Zevkîbol, Sude Tîmagur. 

Li Hevserokê DEM Partiyê yê Doşemealtiyê hat desteserkirin

Li aliyê din ve, li Antalyayê jî polîsan îro serê sibehê bi ser çen malan de girt.

Di bserdegirtinên malan de Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Doşemealtiyê Fehmî Karakuş, Ahmet Refîk Akarca, Derya Polat hatin desteserkirin. 

Di heman demê de li bajarê Wanê jî di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê daye destpêkirin de Şerenaz Gezîcî hat desteserkirin.