Li Deryaya Egeyê 160 koçber û qaçaxçî hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Foça û Urlayê yên Îzmîrê 160 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê û 3 qaçaxçî hatin desteserkirin.

Demên dawiyê li Tirkiyeyê zextên li ser koçberan zêde bûne û hêzên ewlehiyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê duh ragihand, li sînorên navçeya Urlayê ya Îzmirê li nav Deryaya Egeyê di nav 3 belemên plastîk de 15 jê zarok 98 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha di nav beleman de 3 kes jî bi tohmeta ku wan qaçaxçitiya koçberan dikir hatin desteserkirin.

Li sînorên navçeya Foçayê jî li nav Deryaya Egeyê hêzên ewlehiyê di nav 2 beleman de 17 jê zarok 62 koçber desteser kirin ku dixwest biçin Ewropayê.

Hêzên ewlehiyê piştî karên yasayî 160 koçber radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.