YSK: Sindoqên li Stenbolê %100 hatin vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ragihand ku li parêzgeha Stenbolê %100 sindoqên dengan hatine vekirin û li gor vê yekê Kiliçdaroglu 4 milyon û 928 hezar û 404 û Erdogan jî 4 milyon û 738 hezar û 996 deng bidest xistine.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) îro Duşemê 15ê Gulana 2023an ragihand ku hemû sindoqên li parêzgeha Stenbolê hatine vekirin û rêjeya dengên Kiliçdaroglu %48.55 û yên Erdogan jî %46.69 e.

Li gor amarên YSKê li parêzgeha Stenbolê dengên berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu 4 milyon 928 hezar û 404 û yên berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan jî 4 milyon û 738 hezar û 996 e. Bi vî awayî ferqa navbera Erdogan û Kiliçdaroglu 189 hezar û 408 deng in.

Li gor amaran li Stenbolê 11 milyon û 367 hezar û 598 dengder hene û 10 milyon û 291 hezar û 299 dengderan dengên xwe bikar anîne. Herwiha ji wan dengan 140 hezar û 594 deng nehatine qebûlkirin.

Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan 457 hezar û 567 û Muharrem Ince jî 25 hezar û 738 deng bidest xistine.