TÎPê 4 kursî bi dest xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên nefermî, Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) di hilbijartinan de 4 kursî bi dest xistin. Erkan Baş, Ahmet Şik, Sera Kadigil û Can Atalay berbijêrên TÎPê yên ku bûne parlamenter in.

Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) dê di Xula 28an de jî bi 4 parlamenteran di Parlamentoya Tirkiyê de be.

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên parlementoyê TÎPê 4 parlementer bi dest xistin.

Li gorî amarên Ajansa Anadoluyê, Serokê TÎPê Erkan Baş û berbijêrên din ên parlamenteriyê Ahmet Şik û Sera Kadigil careke din bûne parlamenter.

Berbijêrê parlamenteriyê yê Hatayê Can Atalay ê ku TÎPê li wî bajarî ji sedî 8,69 ê dengan bi dest xistibû, bû parlamenter.

Erkan Baş ragihandibû ji bo ku girtiyê Geziyê Can Atalay ji girtîgehê derkeve, Bariş Atay dev ji berbijêriya Hatayê berdaye.

Atay li şûna Hatay a ku li wir mezin bibû û li wir xwedî piştekê bû, li Antalyayê bû berbijêrê rêza duyemîn lê TÎPê nekarî ji Antalyayê kursiyekê jî bi dest bixe.

Berbijêrê parlamenteriyê yê Muglayê Mehmet Aslantug ê ku TÎPê li wir ji sedî 5,69 ê dengan bi dest xistibû jî dengên pêwîst wernegirt û nehat hilbijartin.

Ji berbijêrên parlamenteriyê yên TÎPê yên Îzmîrê Îrfan Degîrmencî jî ji bo parlamenteriyê nehat hilbijartin.

AAyê eşkere kir ku TÎP a di nava Tifaqa Ked û Azadiyê da ku bi logo û lîsteya xwe ya tevlî hilbijartinê bû li seranserî Tirkiyê rêjeya dengên wê ji sedî 1,71 bû.