Ji lîsteyên CHPê 35 berbijêrên DEVA, Pêşeroj, Demokrat û Saadetê hatin hilbijartin: Kî ne ew?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên fermî yên hilbijartinê yên ku hîn nehatine eşkerekirin, ji lîsteyên CHPê 35 parlamenterên Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê hatin hilbijartin.

Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê yên ku di nava Hevpeymaniya Millet de cih digirin, di hilbijartinan de ji lîsteyên CHPê berbijêr nîşan dan.

Li gor encamên hilbijartinê yên nefermî yên ku AA û ANKAyê eşkere kirin ji berbijêrên ku endamên wan partiyên navborî ne, bi giştî 35 parlamenter şandine Parlamentoya Tirkiyê.

Ji 25 berbijêrên Partiya DEVA yên ku ji lîsteya CHPê hatibûn nîşandan 14 kes û ji 24 berbijêrên Partiya Saadetê yên ji lîsteya CHPê hatibûn nîşandan 9 kes hatin hilbijartin.

Li gorî encamên destpêkê ji 19 berbijêrên Partiya Pêşerojê 9 kes wê biçin parlamentoyê, li gorî encamên nefermî her 3 berbijêrên Partiya Demokrat wê bikaribin parlamentoyê.

Navê parlementerên Partiya Saadetê wiha ne:

Serafettin Kilic, Antalya

Mehmet Atmaca, Bursa

Mahmut Arikan, Qeyserî

Hasan Bitmez, Kocaelî

Mehmet Karaman, Samsûn

Mesut Dogan, Enqere

Birol Aydin, Stenbol

Mustafa Kaya, Stenbol

Bulent Kaya, Stenbol

Navê parlementerên Partiya DEVAyê:

Sadullah Kısacik, Edene

Sadullah Ergîn, Enqere

Îdrîs Şahîn, Enqere

Burak Dalgin, Balikesir

Ertugrul Kaya, Dîlok

Elîf Esen, Stenbol

Hasan Karal, Stenbol

Evrim Rizvanoglu, Stenbol

Mustafa Yeneroglu, Stenbol

Medenî Yilmaz, Stenbol

Seda Kaya Osen, Îzmîr

Selma Aliye Kavaf, Manîsa

Mehmet Emîn Ekmen, Mêrsîn

Cem Avsar, Tekirdag

Navê parlementerên Partiya Pêşerojê wiha ne:

Selîm Temurci, Stenbol

Îsa Mesîh Şahin, Stenbol

Dogan Demir, Stenbol

Mustafa Bîlîcî, Îzmîr

Cemalettin Kanî Torun, Bursa

Hasan Ekici, Konya

Serap Yazici Ozbudun, Antalya

Sema Silkin Un, Denizli

Selçuk Ozdag, Mugla

Li gorî encamên nefermî, navê parlementerên Partiya Demokrat:

Cemal Enginyurt, Stenbol

Salih Uzun, Îzmîr

Haydar Altintaş, Îzmîr