Kîjan partiyê çend parlamenter derxistin?

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî encamên ne misoger ên hilbijartinên Serokomariyê û Serdema 28emîn a parlamentoya Tirkiyê rêjeya dengên partiyan û hejmara parlamenteran diyar bû.

Li gorî encamên ne misoger ên hilbijartinên Serdema 28emîn a parlamentoya Tirkiyê AK Partî ji sedî 35.4, CHP ji sedî 25.39, MHP ji sedî 10.06, IYI Partî ji sedî 9.82, Partiya Çepên Kesk ji sedî 8.78, Partiya Karkerên Tirkiyê ji sedî 1.71 dengan bidest xistin.

Herwiha ji Partiya Zaferê bi sedî 2.25 û Partiya Memleket bi sedî 0.93 ti kes neket parlamentoyê.

AK Partî

AK Partiyê di hilbijartinên 2018an de ji sedî 42.56 dengan standibû û 295 parlamenter derxistibû. Di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de AK Partiyê bi rêjeya ji sedî 35.4ê dengan 266 parlamenter bidest xistin.

CHP

Partiya Komarî ya Gel (CHP) di sala 2018’an de bi %22.65ê dengan 146 parlementeran derxistisibû. Di hilbijartinên !4ê Gulanê de CHPê bi rêjeya ji sedî 25.37ê dengan 168 kursî bi dest xistin.

MHP

Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) di hilbijartinên 2018an de bi rêjeya ji sedî 11.1 dengan 49 kursî bi dest xistibû. Rêjeya dengên MHPê di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî 10.06 bû û hejmara kursiyan jî bû 51.

YSP

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber dosyaya girtinê ya ku berdewam dike, ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk (YSP) ket hilbijartinê. YSP’ê bi rêjeya ji sedî 8,78 dengan 62 parlamenter derxist. Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) a ku ji sedî 1.7 ê dengan girt, wê bi 4 parlamenteran di parlametoyê de cih bigirin.

IYI Partî

Di sala 2018an de IYI Partî bi rêjeya ji sedî 9.96ê dengan 43 parlamenter derxistibû. IYI Partî di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî 9.84an 44 parlamenteran şandin parlamentoyê

Partiya Saadetê

Di hilbijartinên 2018an de bi rêjeya ji sedî 1.34ê dengan ti parlamenter dernexistibû. Di hilbijartinên 14ê Gulanê de Partiya Saadetê di lîsteya CHPê de ket hilbijartinê û 10 parlamenter derxist.

HUDA-PAR

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di hilbijartinên 2018an de bi rêjeya ji sedî 0.31ê dengan ti parlamenter dernexistibû. Di Hilbijartinên 14 Gulanê de HUDA-PAR di lîsteyên AK Partiyê de ket hilbijartinan û 3 parlamenteran şandin parlamentoyê.

Partiya Yeniden Refah

Partiya Yeniden Refahê di sala 2023aan de cara yekem ket hilbijartinê.

Partiya Yeniden Refahê ku di bin banê Tifaqa Cumhur de beşdarî hilbijartinê bû bi rêjeya ji sedî 2.85 dengan 5 parlamenter hatin hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst