Serokê YSKê amarên dawî yên hilbijartina serokkomariyê eşkere kirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) amarên dawî yên hilbijartina serokkomariyê bi daxuyaniyekê ragihand.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener îro 15ê Gulana 2023an daxuyaniyek da û rêjeya dengên ku berbijêrên hilbijartina serokkomariyê wergirtine ragihand.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener îro Duşemê 15ê Gulana 2023an di demjimêr 09:45an de amarên herî dawî yên derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê de eşkere kirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener ragihand ku %99ê sindoqên dengdana li Tirkiyê hatine vekirin û tenê 27 sindoq mane ku nehatine hejmartin.

Yener amaje bi wê yekê da ku li seranserî Tirkiyê 192 hezar û 187 sindoq hatine hejmartin û tenê 27 sindoq mane ku dê bên vekirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener got, “Giştî li Tirkiyê hejmara sindoqan 192 hezar û 214 ye û ji wan 192 hezar û 187 hatine vekirin û 27 jî nehatine vekirin. Li derveyî Tirkiyê jî 9 hezar û 594 sindoq hatibûn danîn û ji wan 8 hezar û 65 hatin vekirin. %84.06ê sindoqên derveyî welat hatine vekirin û amar li sîstemê hatine zêdekirin û hejmartina sindoqên din berdewam e. Li gor amarên herî dawî rêjeya dengên Recep Tayip Erdogan %49.40 û rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu %44.96, rêjeya dengên berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sinan Ogan %5.2 û rêjeya dengên Muharrem Înce jî %0.44 e.”

Proseya dengdayînê ku di demjimêr 08:00ab de dest pê kiribû, di 17:00an de bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir.