Erdogan: Xelkê me li îradeya xwe ya azad xwedî derket

15-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, xelk di hilbijartinên 14ê Gulanê de li îradeya xwe xwedî derket.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinê bi fermî ragihand hilbijartinê serokkomariyê bo gera duyem maye, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.

Erdogan dibêje ku xelk di hilbijartinên 14ê Gulanê de li îradeya xwe xwedî derket.

Peyam Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan wiha ye:

 “Hilbijartinên 14ê Gulanê ku yek ji hilbijartinên ku di dîroka me de beşdariya herî zêde têde hebû, bi feraset û hişmendiya xelkê li gor demokrasiya me di nav şahiyê de pêk hat. Xelkê me; tevî endezyariya siyasî ya ji Qendîl, Pensîlvanya, platformên medya civakî û bergê kovarên biyanî jî li îradeya xwe ya azad xwedî derket.

Di encamê de di hilbijartinên 14ê Gulanê de, demokrasiya Tirk û bi 85 milyon kesan neteweya Tirk bi ser ket. Xelkê me zêdetir ji 27 milyon deng û rêjeya %49.51ê dengan, careke din eleqeyeke mezin nîşanî me da û di Parlamentoya Tirkiyeyê da piraniya dengan da Hevpeymaniya Millet û destnîşan kir ku baweriya wan bi hevpeymaniya me tê û siberoja xwe li cem me dibînin. Ez spasiya hemû welatiyên xwe yên ku di 14ê Gulanê de bi çûna ser sindoqan îradeya xwe ya azad nîşan didin û tevî yên li derveyî welat 56 milyon mirovên me yên ku sûd gihandin demokrasiya me dikim.

Tirkiye bi mezinbûna ku duh nîşan da, diyar kir ku li cîhanê yek ji welatên xwedî çanda herî pêşketî ya demokratîk e. Li gorî daxuyaniyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê, tevî ku li gel hevrikê me yê herî nêzîk 2,5 milyon deng ferq heye jî, hilbijartina serokomariyê ji ber kêmtir ji nîv puanê maye gera duyemîn. Weke siyasetmedarekî ku ji bilî îradeya neteweyî ti hêzeke din nasnekiriye û ji xetên millet derneketiye, em rêzê li vê îradeya ku li ser sindoqan hatiye diyarkirin, digirin.”

Erdogan herwiha dibêje, heta 28ê Gulanê bi berpirsyariya li hember xelkê xwe yê hêja bê rawestan, bêhnvedan û bi hezkirinê bi cî bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst