Ufuk Uras: Erdogan dê di tûra duyemîn de bi ser bikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras ragihand ku bi egereke mezin berbijêrê serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan di tûra duyemîn de bi ser bikeve.

Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Ufuk Uras diyar kir ku berevajî her kesî, wî pêşbînî dikir ku hilbijartin bi vî awayî biqede û niha egera serketina partiya desthilatdar xurtir bûye, lê ji bo têkbirina vê yekê tu gav nehatine avêtin.

Uras got: “Ji xwe re digotin, erdhejek heye, enflasyon heye, krîz heye lewma serketin rihet e, lê  encam nîşan dide ku xeletiyek pir cidî hatiye kirin. Wisa xuya dike ku Erdogan dê di tûra duyemîn de bi ser bikeve. Vê yekê şensê Erdogan û AK Partiyê di hilbijartinên herêmî de jî zêde kir.”

Derbarê hevpeymaniyan de jî Uras got: “Li Tirkiyê balansek wiha heye. Li aliyekî ve dewleta partiyê. Yekbûna dewlet û AK Partî. Li aliyê din her kesên li dijî vê yekê diviyabû bihata cem hev. Dema ku ev lîsteya hevpar bi ser neket, mixabin li hemberî hev wekî Partiya Çepên Kesk û TÎPê reqabet çêbû. Û Partiya Çepên Kesk dengek cidî ji dest da. Navê partiyê jî tê de ew dê vê yekê ji nû ve binirxînin. Li gel metirsiyan divê me bi HDPê berdewam bikira? Çima me nikarîbû bi dengdanê berbijêrên xwe diyar bikira... Dê van mijaran binirxînin.”

Uras eşkere kir ku ji ber hevrikiya di navbera partiyên çep û HDPê rêjya dengên wan kêm bûye û got: “Ev yek bû sedem ku MHPê li bajareke wek Mêrsînê parlamenter derbixe. TÎP dikaribû li derveyî hevpeymaniyê bihata hiştin. Dengdêr jî matmayî man. Hinek ji dengdêran du caran mohra xwe lêxistine. Çepa Tirk a ku bi giştî di nav civakê de ti hebûna wê nîne, ji HDPê sûd wergirt, lê ti sûda wê bixwe nebû.”

Uras amaje bi wê yekê kir ku di nav civakê de ti bandor û hebûnek a çepên Tirk nîne tenê dikare bibe xwedî wateyeke sembolîk û got: “Lê dihat texmînkirin ku bi partiyên wek TÎPê dê ji Kemalîstên Tirk deng werbigirin. Wan wisa pêşbînî dikir ku dê ji sedî 3 dengên wan zêde bibe, lê tiştek wiha pêk nehat.”

Uras diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku eger AK Partî bibe desthilatê her çend ne zêde be jî ew dê hinek guhertinan bike û wiha pê de çû: “Wî banga nivîsandina destûrekê nû kir. Lê zêdebûna dengên MHP dibe ku qada çalakiya wan teng bike. Dibe ku efûyek derbikeve.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Uras got: "Civaka Tirkiyeyê guhertinê dixwaze. Di çareserkirina pirsa Kurd de têkiliyên bi Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyê re dê çawa bin, ev yek gelek girîng e. Eger têkiliyên Tirkiye û Sûriyê ber bi asayîbûnê ve biçe; her tişt dê bê guhertin. Em nizanin ev dê çawa be.”