'Piştgiriya HDPê bandoreke neyînî jî li Hevpeymaniya Millet kir'

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Îlter Turan anî ziman ku kesî pêşbînî nedikir ku dê hilbijartin bi vî awayî biqede û hemû kompaniyên lêkolînê xelitîn û got “Piştgiriya HDPê bo Hevpeymaniya Millet bandoreke neyînî jî li hilbijartinan kir.”

Mamosteyê Zanîngeha Bîlgiyê Prof. Dr. Îlter Turan beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.

Prof. Dr. Îlter Turan diyar kir ku ti kesî pêşbînî nedikir ku hilbijartin bi vî rengî biqede.

Turan bal kişand ser wê yekê ku hemû kompaniyên lêkolînê çi alîgir, çi muxalîf û çi jî serbixwe, partiyên opozîsyonî li pêş desthilatdariya heyî didan nîşandan û got “

Di gelek rapirsiyên raya giştî de de dihat gotin ku dê hilbijartin derbasî gera duyemîn bibe, lê tevî ku derbasî gera duyemîn jî  bibe pêşbînî dikirin ku Kiliçdaroglu dê bi ser bikeve. Hemî rapirsîn xelitîn û encamek ku me hemûyan matmayî hişt derket rastê.”

Îlter Turan der barê ku hilbijêran bi encama vê hilbijartinê re peyamek çawa dan, diyar kir ku hilbijêrên ku weke 'muhafazakarên şermok' tên binavkirin, berovajî pêşbîniyan li ser sindoqan dengê xwe dane partiya desthilatdar.

Prf. Dr. Turan her wiha bal kişand ser atmosfera siyasî ya ku HDPê piştgiriyê da berbijêrê Tifaqa Netewî ku propagandaya wê wek bi “Qendîlî re bihevre ye” bide nîşandan bandorê li hilbijartinan kiriye û got “Piştgiriya HDPê bo Hevpeymaniya Millet bandoreke neyînî jî li hilbijartinan kir.”