Partiya DEVA: Qeyûm xespkirina îradeya dengderan e

15-05-2020
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan DEVA Qeyûm HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya DEVA nerazîbûn nîşanî danîna qeyûman li ser şaredariyên HDPê da û ragihand, “destdanîna ser postên hilbijartî, xespkirina îradeya dengderan e.”

Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) ku serokatiya wê Alî Babacan dike, li hejmara xwe ya fermî ya Twîtterê, derbarê danîna qeyûman li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de amaje bi wê hatiye kirin, “bêyî biryareke misoger a dadgehê, bi biryarên keyfî, destdanîna ser postên hilbijartî, xespkirina îradeya degderan e. Ev baweriya bi demokrasiyê û hilbijartinan ku bingeh û jêvenegera wê ye, lawaz dike.”

Hikûmeta Tirkiyê, îro li ser şaredariyên bajarê Sêrt û herdu navçeyên Hawêl (Baykan) û Misirce (Kurtalan), bajarê Îdirê û bajarokê Vartînisê yê Mûşê ku di destê HDPê de qeyûm danîn.

Heta niha li ser 45 şaredariyên Bakurê Kurdistanê qeyûm hatine danîn.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Alî Babacan ku dest ji AK Partiyê berdabû, roja 11.03.2020, di merasîmekê de li Enqereya paytexta Tirkiyê, Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) bi fermî ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst