Erdogan û Stoltenberg derbarê Lîbya û Sûriyê de gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di peywendiyeke telefonî de, rewşa Sûriyê û Lîbya û herwiha mijara hewlên hevbeş ên ji bo rûbirûbûna pandemiya COVID-19 gotûbêj kirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê derbarê vê peywendiya telefonî ya navbera Erdogna û Stoltenberg de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniyê, di peywendiya telefonî de Erdogan û Stoltenberg li ser mijarên wek rûbirûbûna vîrusa Covîd-19 û pêngavên serdema piştî vê pandemiyê, rewşa Sûriye û Lîbyayê û pêşhatên herêmî bi giştî jî gotûbêj kirin.

Têkildarî rewşa li Lîbyayê, helwestên Tirkiyê û NATOyê nêzîkî hev bûne.

Herî dawî Sekreterê Giştî yê NATOyê derbarê rewşa Lîbyayê de ji rojnameya La Repubblica ya Îtalî re ragihandiye, NATO ji bo piştgiriya hikûmeta Trablusê ya bi serpireştiya Feyaz el Serrac amade ye.

Jens Stoltenberg herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku Tirkiye endam û hevpeymanekî giring ê NATOyê ye. Di bersiva pirsa, bi ruxmî ku Tirkiye endamê NATOyê ye, lê belê li Sûriyê û Lîbyayê û herwiha li Deryaya Spî siyaseteke xwe ya cuda birêve dibe, Stoltenberg diyar dike: “Em di NATOyê de 30 hevbeş in û di gelek mijaran de dibe ku pozîsyon û helwestên me yên cuda hebin, lê belê Enqere hevpeymanekî me yê giring e.”

Tirkiye li Lîbyayê li dijî hêzên General Xelîfe Hefter, piştevaniya hikûmeta Trablusê ya bi serpireştiya serokwezîr Feyaz el Serrac dike. Netewên Yekgirtî jî hikûmeta Trabusê wek hikûmeta fermî ya Lîbyayê nas dike.

Li Deryaya Spî jî Tirkiye tevî nerazîbûnên Yûnan, Qibrisa Yûnanî, Lubnan, Îsraîl û Misirê, dest bi lêgerîn û berhemanîna petrol û gaza xwezayî kiriye.