Li Manîsayê 110 gorên karkeran li kêleka hev hatin kolandin

15-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Manîsa (Rûdaw) - Ji bo karkerên ku di bûyera teqîna madenê ya li navçeya Somayê ya bajarê Manîsa yê Tirkiyê de mirin, li goristana navçeyê li ba hev 110 gor hatin amadekirin. 

Tîmên Şaredariya Somayê li goristana navçeyê dest bi miameleyên definkirinê kirin. 110 gorên ku bi makîneyên kar yên şaredariyê û karkeran metroyek li pey hev hatin kolandin balê dikşîne. 

Tîmên Şaredariya Kirkagaçê jî li goristana navçeyê gellek gor kolandin. Cinazeyê kesên ku di bûyerê de mirin û miameleyên wan ên li dozgeriyê temam bûn, teslîmî malbatên wan kirin.

Malbata wî cinazeyê Îsmaîl Canbal (52) ji rayedaran sitand û wekîlê Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Hasan Kamîl Yilmaz li Mizgefta Parkaltiyê nimêja wî ya cinazeyê da kirin. Cinazeyê canbal pişt re li Goristana Şaredariya Somayê hat definkirin. Pişt re nimêja cinazeyê ya 3 karkeran jî hat kirin û li Soma û Kirkagaçê hatin definkirin.

Ji aliyêdin ve gellek esnafên li navçeyê li ser camên dikanên xwe "serê me sax be" nivîsandin û dikanên xwe venekirin. 

Ji aliyê din ve Seroka Giştî ya HDPê Sebahat Tûncel bi Parlementerê HDPê yê Stenbolê Levent Tuzel û partiyiyan re li ser bûyera madenê ya li Somayê hat cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Tûncel pişt re Navenda Kordînasyonê ya Mobîl a AFADê ziyaret kir û bi Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz re hevdîtin kir. 

Hasan Kûzûyê ku di kana komirê de birîndar bibû, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Ataturk a Zanîngeha Katîb Çelebî ya Îzmîrê kirin. Engîn Altinozê (30) jî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê kirin. 

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran xedar nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst