Li Tirkiyê heta niha 282 kes di bûyera teqîna kanê de can dane

 

Manîsa (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, ragihand, hijmara miriyên ku di kana Somayê de can dane, derket 282an û diyar kir, di 12 saetên dawî de ji kanê kes sax nehat derxistin.

 

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, ku ji roja bûyera kana komirê ya navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê li cihê bûyerê ye, destnîşan kir ku jimara miriyên di kana Somayê de can dane, derket 282an û heta niha jî 217 cinaze teslîmî malbatên wan hatine kirin.

Yildiz diyar kir ku dê di hewl bidin hemû cinazeyan teslîmî malbatan bikin û wiha dewam kir: "Heta niha malbatan sebir kir. Hin kesên din jî dixwazin tevlî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bibin. Lê tîma me ya lêgerîn û xilaskirinê têrê dike. Ji ber daxwazên wiha qelebalix çêdibe û li ber xebatan astengî çêdibe."

Taner Yildiz destnîşan kir ku hê jî negihiştine du blokan û wiha got: "Ji îro pê ve divê em baldartir bin, divê qelebalixa li vir venegere xwepêşandanê. Em hemû birayên xwe yên karker derxin, piştî vê kî çi dike bila bike."

Wezîr Yildiz got ku çi diqewime ew bi awayekî vekirî bi gel re parve dikin û wiha pê de çû: "Em bawer in ku li 2 cihên ku em hê negihiştinê jî birayên me yên karker hene. Lêkolînên me jî ev texmîna me piştrast kir."

Yildiz li ser pirsa rojnamegerekî got ku di 12 saetên dawî de ji kanê ti kes sax nehatiye derxistin.

Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû jî got ku niha 27 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin, kesên ku rewşa wan baş e dê piştî dermankirinê herin malên xwe.