Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Kî hewl bide ji aramiya Sûriyeyê re bibe asteng dê me li hemberî xwe bibîne.”
Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê civiya.
Erdogan piştî civînê daxuyaniyek da çapemeniyê û rewşa Sûriyeyê yek ji mijarên girîng ên gotara wî bû.
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi rewşa Sûriyeyê û bipêşveçûnên Îsraîlê yên li Sûriyeyê da û got:
“Kî hewl bide ku aramiya mayînde ya Sûriyeyê re bibe asteng ez bi eşkere dibêjim dê li gel Hikûmeta Sûriyeyê me jî li hemberî xwe bibîne.
Di mijara Sûriyeyê de hinek aktor li şûna ku sebra Tirkiyeyê bipîvin, divê qîmeta dostaniya wê bizanin û wekî dewlet tevbigerin ne wekî rêxistinan.”
Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku wan rê nedaye ku Sûriye bi “korîdorên terorê” bê dabeşkirin û anî ziman:
“Bi heman awayî em rê nadin ku bi korîdorên din jî ev welat bê dabeşkirin.”
Erdogan ragihand ku pêşhatên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li Tirkiyeyê dikin û da zanîn:
“Em neçar in ku bi têgihiştineke destpêşxer û çalak bûyeran bixwînin û polîtîkayên xwe li gorî vê yekê bikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:
“Li Sûriyeyê egera vegera beriya şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn ji holê rabûye.
Bi şoreşa 8ê Kanûna Pêşîn êdî li vî welatî serdemeke nû dest pê kiriye.
Bi qasî ku Sûriye bi ser xwe ve bê û bigihe aramiyê dê hemû herêma me û gelên li herêma me ji vê yekê qezenc bikin.
Ji bo ku ev pêvajoya nû bi ser bikeve çi ji destê Tirkiyeyê bê dê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse