Hatîmogullari: Divê desthilat gavên pêbawer biavêje

15-04-2025
RÛDAW
Nîşan DEM partî Tulay Hatîmogulari Pêvajoya Aştiyê Desthilat Îmrali Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand tevî ku du meh bi ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re derbas bûne lê desthilatê hîn îradeyeke li gorî wê bangê nîşan nedaye.

Hatîmogullatriyê got, "Em ji vê derê bang li desthilatê û Serokatiya Parlamentoyê  dikin. Hûn dikarin gaveke ku pêbaweriyê zêde dike bavêjin."

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya aştiyê kir.

Hatîmogullariyê amaje bi pêvajoya nû ya aştiyê da û got:

"Di wê dema ku ji banga sedsalê ya birêz Ocalan a di 27ê Sibatê û heta niha derbas bûye de, mixabin li Tirkiyeyê dev ji avêtina gaveke erênî berdin, di demokrasiyê de, em bi tabloyeke hê jî tarîtir re rûbirû ne. Desthilatê di vê pêvajoyê de ezmûneke baş neda."

"Heta ku desthilat pêwîstiyên bangê pêk neyîne, rêya demokratîkbûnê nayê vekirin"

Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku banga Ocalan a çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê eleqedar dike û wiha anî zimên:

"Banga dîrokî ne tenê ji metnekê pêk hatibû. Me ev yek di her derfetê de got.

Ev banga dîrokî, bangeke ku ji bo ku 85 milyon welatiyên me yên ku li Tirkiyeyê dijîn di civakeke dadmend û demokratîk de bijîn û ev bang vexwendnameya veguhertina civaka demokratîk e.

Lê heta ku desthilat rihê vê bangê tine bihesibîne û pêwîstiyên wê pêk neyîne, li welat rêya demokratîkbûnê nayê vekirin."

Hevseroka DEM Partiyê bi bîr xist ku pêvajoya aştiyê 1ê Çiriya Pêşîn a sala borî dest pê kiriye û bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan berdewam kiriye û wiha pê de çû:

"Şeş meh derbas bûn. Di van şeş mehan de rojekê jî em li cihê xwe nesekinîn.

Em bi nûnerên gelek welatan, bi balyozxaneyên wan, bi saziyên wan re civiyan.

Me bi şandeyên xwe re ev pêvajo vegot û me çareserî nîqaş kir. Em li çar aliyên Tirkiyeyê gund bi gund, navçe bi navçe geriyan.

Me bi nêzîkî sed hezar welatiyan re bi awayekî herî zelal û şefaf aştî gotûbêj kir.

Niha me bi deh hezaran dildarên aştiyê re yek bi yek dest bi serdanên malan kiriye."

"Gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwazin"

Hatîmogullariyê ragihand ku di xebatên wan ên ji bo pêvajoyê de diyar bûye ku gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê aştiyê dixwazin û got:

"Li her dera ku em diçin, her kesê ku em pê re diaxivin piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Guh didin dengê aştiyê."

Tulay Hatîmogullariyê behsa hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî kir û got:

"Hevdîtin erênî derbas bû. Şandeya me pirsên di serê civakê de, çavdêrî û pêşniyarên me gihandin birêz Erdogan.

Niha bendewarî ew e ku ev hevdîtin lezê bide pêvajoya aştiyê û deriyê çareseriyê veke."

"Em dê çawa bersivê bidin vam welatiyan?"

Hevseroka DEM Partiyê ragihand tevî ku du meh bi ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re derbas bûne lê desthilatê hê jî îradeyeke li gorî wê bangê nîşan nedaye û got:

"Civak bi zelalî diaxive, gelek mequl û rasyonele diaxive. Binerin dibêjin desthilat çima gavan naavêje.

Ev pêvajo çima hertim bi yekalî berdewam dike. Dibêjin gelo mijûlkirinek heye?

Em jî ji vê derê bangî aliyê birêvebir dikin di demekê de ku tecrîd berdewam û ti gav nehatiye avêtin,  rojane karên antîdemokratîk tên kirin û qeyûm berdewam dikin, bi nerîna we em çi bersivê bidin vam welatiyan?"

Hevseroka DEM Partiyê ji bo pêvajoya çekdanîna PKKyê banga amadekirina yasayekê li desthilatê kir û got:

"Mixabin pêbawerî tenê bi gotinên xweş nayê avakirin. Ew bi afirandina zemîneke berbiçav a pratîkî û pêbawer tê avakirin.

Ev zemîn çawa tê garantîkirin? Bi garantîkirina karkirin û peywendîkirina  azad  ya birêz Ocalan tê kirin.

Bi amadekirina yasayeke ji bo pêvajoya çekdanîna PKKyê ji aliyê Parlamentiyê ve dibe.

Bi amadekirina pêşniyara yasaya Veguherîna Demokratîk û Aştiyê dibe.

Em ji vê derê bang li desthilatê  û Serokatiya Parlamentoyê  dikin. Hûn dikarin gaveke ku pêbaweriyê zêde dike bavêjin.

Hûn dikarin di mijareke mirovî û hiqûqî de bi wêrekî tevbigerin. Civak li benda gavên berbiçav ên derbarê girtiyên nexweş  de ye."

Hevdîtina bi Wezîrê Dadê re

Biryar e roja Înê 18ê Nîsanê ji bo amadekirina zemînek hiquqî û yasayî şandeya DEM Partîyê li gel Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê bicive.

Tulay Hatîmogullari derbarê wê civînê de jî got, "Di hevdîtina ku dê ligel Wezareta Dadê bê kirin de dê gelek mijar bên rojevê. Mafê hêviyê, yasayê înfazê.

Fikra serekî ya vê hevdîtinê ew e ku li Tirkiyeyê avêtina hinek gavên serekî yên derbarê demokratîkbûnê de pir girîng e.

Avêtina gavên berbiçav ên derbarê girtiyên nexweş û girtiyên ku înfazên wan bi awayekî keyfî hatine şewitandinde girîng e.

Ji bo vê yekê ne hewce ye ku bi taybetî yasayek bê çêkirin. Eger destûra heyî bê cîbicîkirin, jixwe dikarin vê yekê pêkbînin.

Derbarê van mijaran de jî dê bi awayekî berfireh ligel wan bê axaftin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst