Ew û dêya xwe ketin qirika hev, agir berda malê
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê ya Tirkiyeyê kesekî ku bi dêya xwe re nîqaş kir agir berda malê.
Vê bûyera ecêb û xerîb li navçeya Serîkê ya Antalyayê rû da.
Li Taxa Merkezê ya Serîkê li qata sêyem a avahiyeke 3 qatî şewat derket.
Li ser agahdarkirina cîranên ku dûxan dîtibû tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîsan xwe gihand herêmê.
Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat temirandin lê pêjgeha malê zerer dît.
Hat zanîn ku Samet O.yê 25 salî û dêya xwe ketine qirika hev û piştî ku dayîka wî ji malê derketiye, wî pêşî bi satûreyekî kel û pelên malê hûr û hêla kirine û pişt re jî agir berdaye pêjgeha malê.
Samet O. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Ebubekir Burunsuzê şêniyê taxê ji rojnamegeran re ragihand ku Samet û dayîka xwe ketine qirika hev û ev bûyer qewimiye.
“Ma ez dê bi tenê bimînim?”
Burunsuz anî zimên, piştî ku dayîka wî ji malê derketiye Samet kel û pelên malê şikandine û got:
"Piştî ku dayîka wî ji malê derket, Samet O. got 'Ma ez dê bi tenê bimînim?' û dest bi şikandina kel û pelên malê kir.
Paşê jî ji ber ku hêrsa wî kêm nebû wî mal şewitand. Me dît ku dû ji malê bilind dibe, me agahî da tîmên agirvemirandinê."