Tirkiye - Xelk dixwaze bazirganiya bi Îsraîlê re bê qutkirin

15-04-2024
RÛDAW
Xwepêşandana li navçeya Uskudarê/Wêne: Ji vîdeoya ANKAyê
Xwepêşandana li navçeya Uskudarê/Wêne: Ji vîdeoya ANKAyê
Nîşan Tirkiye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê welatî daxwazin ku hikûmet pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re qut bike.

Piştî destpêkirina şerê li Xezeyê li Tirkiyeyê nîqaşa li ser pêwendiyên leşkerî û bazirganî yên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de her ku diçe zêdetir dibin.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê biryar dabû ku ji 9ê Nîsanê pê ve 54 berhemên ku ji Îsraîlê re tên hinartin sînordar bike.

Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê li dijî bazirganiya bi Îsraîlê re xwepêşandanek hat lidarxistin.

Xwepêşander biryara sînordarkirina 54 berhem û kelûpelên ku Tirkiye hinardeyî Îsraîlê dike têr nabînin û dixwazin pêwendiyên bazirganî ji binî bên qutkirin.

“Daxuyaniya desthilatê bê wate ye”

Endamê Platforma Konê Berxwedanê Mucahit Saglam got:

“Daxuyaniya desthilatê ya derbarê sînordarkirina bazirganî û bendewariyên wê yên ji bo agirbestê bê wate ye û ne rasteqîne ye.

Em wekî dostên gelê tekoşer û serbilind ê Filistînê, daxwaza ambargoya tam û boykotê dikin, ne sînordarkirin.”

Hinek partiyên Tirkiyeyê li gel wan daxwazên ji welatiyên Tirkiyeyê ne.

Yek ji wan jî  Partiya Yenîden Refah e ku di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an de ji sedî 6,19ê dengan bi dest xistin.

“Esman û benderan li ber Îsraîlê bigirin”

Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan wiha anî ziman:

“Asman û benderên me heta dereng nebûye li ber Îsraîlê bigrin.

Herwiha bazirganî û veberhênana xwe li gel Îsraîlê rawestînin ku dilopeke av nade zarokên bê guneh ên wê derê.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li ber Wezareta Bazirganiyê jî xelk heman tiştî dixwaze.

Çalakvan Yusuf Şanli wiha axivî, “Ji roja 7ê Çiriya Pêşînê ve şahidê dagîrkerî û talankariya 100 salî ya Îsraîlê ne.”

Ji xeynî mijara bazirganiyê, di xwepêşandanan de ji Hikûmeta Tirkiyeyê tê xwestin, Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê ye Edeneyê bigire, Balyozê Tirkiyeyê ji Îsraîlê bê vekişandin û alîkarî ji Xezeyê re bê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst