Herî zêde kîjan miletî li Tirkiyeyê xanî kirîne?

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê di salên dawî de hejmara welatiyên biyanî yên ku ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê xaniyan dikirin zêde bûne û di rêza yekem de Rûs hene.

Piştî biryara ku Gulana 2012an hat derxistin biyaniyan mafê kirîna xaniyan bi dest xist.

Biyaniyan ji wê demê ve heta heta Sibata 2024an 384 hezar û 519 xanî kirine.

Ji bo mafê welatîbûnê destpêkê diviyabû biyanî bi milyonek dolar milk an xaniyekî bikirin.

Sala 2018an ev reqem ji milyonek dolarî daket 250 hezar dolarî û 13ê Hezîrana 2022yan ev reqem bû 400 hezar dolar.

Herî zêde welatiyên Rûsya û Îranê xanî kirîne

Niha her welatiyekî biyanî yê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê milk an xaniyekî bi 400 hezar dolarî bikire û 3 salan nefiroşe mafê welatîbûna Tirkiyeyê bi dest dixe.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, herî zêde sala 2022yan 67 hezar û 940 xanî hatine firotin, piştre sala 2021ê 58 hezar û 576 xanî û sala 2023yan jî 35 hezar xanî hatine firotin.

Li Tirkiyeyê herî zêde welatiyên Rûsya û Îranê xanî kirîne. Bi taybetî piştî şerê Ukraynayê hejmara welatiyên Rûs ên ku xanî kirîne zêdetir bûye.

Rûsan 35 hezar û 573 xanî kirîne û welatiyên Îranê jî 31 hezar û 319 xanî kirîne.

Tevî belavkirina nûçeyên bi vî awayî Hikûmeta Tirkiyeyê amarên welatiyên biyanî yên ku mafê welatîbûnê bi dest xistiye belav nake.