Eren Keskin dîsa hate desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ragihand ku ew li Stenbolê hatiye desteserkirin.

Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew têye desteserkirin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn di tweeta xwe de nivîsî, “Ez li Firokexaneya Sabîha Gokçen tême desteserkirin.”

Sedema desteserkirina Eren Keskîn heta niha nehatiye eşkerekirin.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Eren Keskin roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandibû ku wan dema xwestine li Qada Galatasarayê ya Stenbolê li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin û tevî 15 kesan têne desteserkirin lê ew paşê hatibûne berdan.