Îbrahîm Kalin gefa operasyonê li Rojavayê Kurdistanê xwar

15-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê HSD Îbrahîm Kalin Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin careke din gefa operasyonên nû li Rojavayê Kurdsitan û Başûrê Kurdistanê xwar û got “Li Sûriye û Iraqê ez bi taybetî dibêjim navê wan çi be bila bibe, PYD, YPG, HSD çi nav li xwe dikin bila bikin her pêkhateyeke PKKê bo me armancên rewa ne. Li cihê  ku me guncav dît em dê biçin û operasyona xwe pêkbîninin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, şeva 15ê Nîsana 2023an beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Kalin di axaftina xwe de amaje bi wê yekê da ku wan heta niha  çendîn car ji Amerîkayê re gotine ku piştevaniya ew li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê didin hêzên Kurdî yên PYD û YPGê xelet e û got: “Lê aliyê beramber (Amerîka) hertim hewil da argumanekê li dijî vê çêbike, lê biserneketiye ji ber ku ti aliyê mantiqî û rastî yê vê argumana wan nîne ku bê parastin.”

Kalin gefa operasyonên nû bo ser Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê xwar û got “Li Sûriye û Iraqê ez bi taybetî dibêjim navê wan çi be bila bibe, PYD, YPG, HSD çi nav li xwe dikin bila bikin her pêkhateyeke PKKê bo me armancên rewa ne. Em dê nirxandina xwe ya derbarê gefa niştimanî de bikin û  li cihê  ku me guncav dît em dê biçin û operasyona xwe pêkbîninin. Me herdemekê ev yek ji wan re (Amerîka) gotiye. Bi gotina Serokkomarê me em dê bixwe navika bibirin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ragihand ku di  polîtîkaya Sûriyê de 3 armanc û prensîbên wan ên sereke hene û got: “Ya yekem parastina ewlehiya sînoran û rûbirûbûna terororê ye . Dû vegera koçberan, lê ev vegerandin divê bi daxwaza wan, li gor rûmetê û bi awayek ewle be. Ev jî mirov in. ji şerekî reviyane û hatine. Dema li Sûriyê şert û merc asayî çêbûn û hem di warê ewlehiya mirovî hem jî di warê aborî de keşûhewayekî aram çêbû ev mirov dê dest bi vegerê bikin.”

Kalin ragihand mijara sêyem jî rêvebirina proseyên li jor e û got: “Bo mînak em bibêjin me bi zorê an jî bi awayekî  500 hezar an milyonek 2 milyon ji van (koçber) bêyî ku karek baş li ser bê kirin û şertûmerc guncav bibin razî kirin û şandin. Milyonek mirov çûn. Rejîma Esed cardin dest bi êrîşa van kir. Dê çi bibe? Yan ev dê cardin bên ber deriyê Tirkiyê û em dê rûbirûyî drameke mirovî bibin an jî dê tiştek xirabtir bibe û şerê navxwe kûrtir bibe. Ji wê derê dê gelek rêxistinên terorî û gefên terorî derkevin û careke din bên û me bibînin. Ji ber wê jî bêyî ku gef derkeve holê  tu neçarî destêwerdanê di wê de bikî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst