Biryarên YSKê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Biryarên derbarê lîsteyên berbijêrên parlementeriyê yên demkî û serlêdanên berbijêrên serbixwe yên Tikriyê di rojnameya fermi de hatin belavkirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinê YSK biryarên derbarê lîsteyên berbijêrên parlamenteriyê yên demkî yên partiyên siyasî û serlêdanên berbijêrên serbixwe yên têkildarî Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28an ku dê di 14'ê Gulanê de bê kirin, di Rojnameya Fermî ya 15ê Nîsanê de hat belavkirin.

Li gorî wê, lîsteyên berbijêrên demkî yên 24 partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinê bibin, hatin eşkerekirin.

Hatiye ragihandin ku berijêriya 8 kesên ku ji bo berbijêriya serbixwe serlêdan kiribûn, ji ber di dema diyarkirî de belgeyên xwe yên kêm temam nekirine, berbijêriya wan hatiye xistin û 8 kesan jî dev ji serlêdana berbijêriyê berdane.

Li gor biryarê li seranserî Tirkiyê 152 berbijêrên serbixwe yên parlementeriyê dikarin beşdarî hilbijartinê bibin.