Li Deryaya Spî erdhej çêbû

15-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaş a ser bi parêzgeha Antalya ya Tirkiyê roja 14ê Nîsana 2022an bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku roja Pêncşembê 14ê Nîsana 2022an li navçeya Kaş a ser bi parêzgeha Antalyayê bi hêza 4.1 pileya Rîxterê erdhejek çêbûye.

Li gor zanyariyên AFADê belav kirine, erdhej bi kûrahiya 11,18 kîlometre pêk hatiye û bandora wê li ser navçeyên derdorê jî hebûye.

AFADê diyar kiriye, heta niha derbarê encamên wê erdhejê de ti agahiyên nerênî nehatiye ragihandin.

Resedxaneya Kandillî jî piştrast kir ku li parêzgeha Antalyayê erdhej demjimêr 16:36 bi hêza 4.1 pile çêbûye û kûrahiya wê 11.1 kîlometre ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst