Di navbera herdu wezîrên derveyê yên Tirkiyê û Yûnanê de nîqaş derket

15-04-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Yûnanê Nikos Dendias û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlet Çavuşoglu di dema civîna rojnamevanî ya hevbeş de li hemberî hev devjenî kirin.

Wezîrê Derve yê Yûnanê Nikos Dendias îro Pêncşemê 15ê Nîsana 2021ê serdana Enqere kir û piştî hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ligel hevpîşeyê xwe yê wî welatî Mevlut Çavuşoglu civiya.

Dendias û Çavuşoglu piştî hevdîtinê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Di civîna ku bi hêviya vekirina rûpeleke nû destpêkirî de, rexneyên Dendias ên li hemberî Tirkiyê, Çavuşoglu aciz kir. Herdu wezîran li ser mijarên weke mafên pêkhateyan, Derya Ege, bêçekkirina giravan û Rojhilatê Deryaya Spî li hemberî hev devjenî kirin.

Dendias got: “Tirkiye eger li ser binpêkirina mafê serweriya Yûnanê berdewam bike, dibe ku dorpêçên Yekîtiya Ewropayê bêne rojevê.”

Di beramber de Çavuşoglu got: “Tawanbarkirina Tirkiyê li ber çavên raya giştî nayê qebûlkirin. Me hewl da bi awayeke dostane tevahiya mijaran gotûbêj bikin û me peyamên erênî dan, lê eger hûn li hember medyayê welat û miletê min tawanbar bikin, em jî neçarin bersiva vê yekê bidin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Çavuşoglu got: “Em li Tirkiyê pêkhateyên Ortodosk ên Rûm qebûl dikin, lê hûn kesên ku dibêjim em Tirk in wan qebûl nakin û dibêjin hûn ne Tirk in. Ev ne helwesteke mirovî û ne jî demokratîk e. Tu hewl didî ku dersa mafê mirovan bidî min, lê hûn rê nadin ku pêkhateyên Tirk navê Tirk bikar bînin. Di mijara Libyayê de hinek nêrînên me yên cuda hene. Li vê derê li hemberî medyayê te xwest ku Tirkiyê tawanbar bikî. Ez vê yekê qebûl nakim.”

Dendias jî bersiva Çavuşoglu da û got: “Nabe ez weke ku tiştek li Rojhilatê Deryayê Spî nebûye xwe bêdeng bikim. Tirkiye hem li Ege û hem li Rojhilatê Derya Spî binpêkariyan dike.”

Li ser vê yekê Çavuşoglu dîsa axivî û got: “Eger hûn dixwazin vê rakêşiyê berdewam bike, em jî dê berdewam bikin. Em baş dizanin Yekîtiya Ewropa yan jî welatên din ên ku hêviyên wê jê hene dixwazin çi bikin. Em dê vê yekê gotûbêj bikin? An jî li ser şer berdewam bikin? Em bawerin pirsgirêk bi rêya diyalogê dikarin çareser bibin.”

Wezîrê Derve yê Yûnanê jî li hemberî Çavuşoglu de got: “Em dixwazin rojêveke pozîtîv çêbe. Kesek heye bibêje îro ji aliyê din ê giravan gef nîne? Bi min kes nîne. Dema we karê Yekîtiya Ewropa û em fam kirin wê demê ev pirsgirêk dê bêne çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst