Kiliçdaroglu bi Îsmaîl Beşikcî û Ahmet Altan re axivî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kileçdaroglu bi boneya koça dawî ya Leman Beşîkcî hevjîna nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkcî bi wî were bi telefonê axivî û serxweşî lê kir. Kiliçdar herwiha li rojnamevan û nivîskar Ahmet Altan jî geriya ku du ji girtîgehê derketibû.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kileçdaroglu bi boneya koça dawî ya Leman Beşikcî hevjîna zana, civaknas û nivîskarê navdarê Tirkiyê û dostê Kurdan Îsmaîl Beşikçî geriya  serxweşî lê kir.

Kemal Kiliçdaroglu herwiha li nivîskar û rojnamevan Ahmet Altan geriya ku duh hat azadkirin.

Kiliçdaroglu hêviyên selametiyê ji Ahmet Altan re xwest.