Gotûbêj li ser têkçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyê didomin

15-04-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Nîqaşên di derheqê têkçûna pêvajoya aştiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de berdewam in. Siyasetmedar û pispor didin zanîn ku rêkeftina Dolmabahçeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd xwedî erkeke mezinbûye lê ew rêkeftin ji aliyê hikûmetê ve hatiye redkirin.

Pêvajoya Aştiyê ya ku nêzikî 4 salan di navbera hikûmet, HDP û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de bi rê ve diçû cihê xwe ji rewşeke awarte û şerê dijwar re hişt. 

Siyasetmedar û pispor hem ji bo têkçûna pêvajoyê û hem jî ji bo lêvegera aştiyê balê dikêşin ser rêkeftina Dolmabahçe'yê. Wêzîrê Karên Derve yê berê Yaşar Yakış ku yek ji avakarê AK Partî yê ye di mijarê de rexneyan li hikûmetê digire.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye yê berê Dîplomatê kevin Yaşar Yakış ji Rûdawê re wiha got: “Çend sedemên têkçûna proseyê hene. Piştî serekftina HDP ya di hilbijartina 7ê Hezîranê de, hikûmet din ava xwe de hêjiya. AKP di wê fikrê de bû ku armanca dema agirbestê hatiye bidestxistin. Bi ya min tekane rê lêvegera rêkeftina Dolmabahçeyê ye.”

Di naveroka rêkftina ku di 28ê Sibata 2015an hatibû ragihandin de 10 bendên sereke habûn ku çareseriya pirsgirêka kurd pêkan dikir.

Herwiha serfiraziya HDP ya di hilbijartinên 7 Hezîranê de weke tirsa AK Partiyê tê nîşandan. Di panela ku ji aliyê Medîadîalog ve bi beşdariya Yaşar Yakiş û hejmarek rojnamegerên biyanî ve hate lidarxistin de ev mesele hate guftugokirin.

Cîgirê Serokê Weqfa Rojnameger û Nivîskaran Ekrem Tûfan Aytav jî wiha got: “Ez jî di wê fikrê de me ku têkiliya têkçûna proseyê bi hilbijartinên 7ê Hezîranê heye. Îdiaya ku pêvajo bi organîzasyona qesre destpêkiriye û bi dawî hatiye heye. Niha AK Partî talîbê dengên netewperest e. Baldar bin, atmosfereke wisa heye tu dibê pey MHP îxtîdar e. Leşker bi sirûda mehterê operasyonan pêk tînin. Ew stratejiyeke AK Partiyê ye.”

Rêkeftina Dolmabahçeyê piştî ku bi beşdariya şandeya HDP û Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye Yalçın Akdogan hate ragihandin ji aliyê Serokomar Erdoğan ve hatibû redkirin. Di şîroveyên panela Mediadiyalog de bi giranî rexne li hikûmetê hatin girtin da ku piştî encamên hilbijartina 7ê Hezîranê proseya aştiyê bi dawî kiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst