ÇANAKKALE – Bota koçberan bin av bû: Gelek mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eceabatê ya parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê boteke lastîkî bin av bû ku koçber vediguhastin.

Parêzgarê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş, dabû zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê 8 kes mirine.

Îlhamî Aktaş diyar kir, bota koçberan şeva borî bin av bûye lê serê sibehê xeber hatiye.

Li gorî agahiyên ku Aktaş dane, 2 kes bi hewlên xwe xelas bûne û tîmên rizgarkirinê jî du kes rizgar kirine.

Parêzgarê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş li ser hejmara miriyan jî wiha axivî:

“Li gorî tesbîtên ewil 8 kes mirine, baş nayê zanîn bê di botê de çend kes hene.

Xebatên me berdewam dikin.”

Li hêla din, li Bendera Kabatapeyê gelek ambulans amade ne.

Hejmara miriyan bû 20

Parêzgarê Çanakkaleyê Îlhamî Aktaş daxuyaniyeke din da û destnîşan kir ku hejmara miriyan bûye 20.

Îlhamî Aktaş got ku di nava miriyan de jin û pitik jî hene.