Desteya Hilbijartinên Tirkiyê: Pereyê bo berbijêrbûna Serokomariyê 555 hezar lîre ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ew kesên ku dixwazin di hilbijartinan de bibin berbijêrê Serokkomariyê divê 550 hezar û 980 lîre yên Tirkî bidin. Kesên ku dixwazin bibin berbijêrên serbixwe yên Parlamenteriyê jî divê 55 hezar û 598 lîreyên Tirkî bidin.

Piştî zelalbûna dîroka hilbijartinên giştî yên Tirkiyê wek 14ê Gulanê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê dest bi amadekariyan kiriye. Di vê çarçoveyê de jî proseya serlêdanên bo berbijêriya Parlamenteriyê û Serokkomariyê destpêkirine. Lê kesên dixwazin xwe bo van herdu postan bikin berbijêr divê berî wê beşek pere bidin daku mafê berbijêriyê bidestbixin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Ahmet Yener roja Sêşemê 14ê Adara 2023an di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand divê berbijêrên postê Serokkomariyê yên ku ji aliyê dengderan ve wek berbijêr tên nîşandan 550 hezar û 980 lîre yên Tirkî ku dike derdora 21 hezar û 100 dolarên Amerîkî bidin.

Herwiha her kesekî ku bixwaze bi awayek serbixwe ji bilî partiyên siyasî bibe berbijêrê parlamenteriyê jî divê 55 hezar û 598 lîreyên tirkî bidin ku ew jî dike 3 hezar û 200 dolarên Amerîkî bide.”

Serlêdanên bo postê Serokkomariyê yên ji derveyî partiyên siyasî ku ji aliyê dengderan ve wek berbijêr tên nîşandan 20 Adara 2023an bi dawî dibin û Desteya Bilind a Hilbijartinan 30ê Adara 2023an lîsteya demkî ya berbijêrên Serokomariyê eşkere dike.

Kesên ku dixwazin ji derveyî partiyên siyasî bibin berbijêrê Serokkomariyê  divê herî kêm 100 hezar îmzeyan kom bikin.