HDPê ji bo paşxistina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê da

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca paşxistina rûniştina doza girtinê serî li Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê da.

Pêvajoya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûrê berdewam e. Tê çaverêkirin, roja 11ê Nîsana 2023ê rûniştina dozê bê kirin û parêzer û berpirsên HDPê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê Dadgeha Destûrê rojekê diyar bike û derbarê girtinê de biryara dawî bide.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirof a HDPê, îro bi fermî serî li Dadgeha Destûrê da û daxwaz kir, ku rûniştina doza HDPê bo piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023ê bê paşxistin.

HDPê di daxwaznameyê de got: “Roja 11ê Nîsanê ku bo parastona devkî hatiye diyarkirin, di dema xebatên hilbijartinê de dîrokeke krîtîk e. Hevserokên ku parastina devkî bikin, wê demê ji bo xebatên hilbijartinê li qadê ne. Karkirina li ser parastinê yên hevserok û pispor û lijneyên partiya me di dema hilbijartinan de, dê li dijî partiyê be.”

Dadgeha Destûrê, di meha Çileya 2023ê de bi rojeva paşxistina doza HDPê civiyabû û ev daxwaz hatibû redkirin.

Hilbijartinên serokkomariyê û giştî yên Tirkiyê dê 14ê Gulana 2023ê bêne kirin.