Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji ber erdhejê firotina xaniyan %18 daketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Sibata 2023ê li gor heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji %18 kêm bûye û hejmara xaniyên hatine firotin bo 80 hezar û 31 xaniyan daketiye. Meha Çileya 2023ê 97 hezar û 708 xanî hatibûn firotin.

TUIKê amarên firotina avahiyan ên Sibata 2023ê eşkere kirin. Erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê bandoreke zêde li sektora xaniyan kiriye û firotina xaniyan nêzîkî %20 daketiye.

Li gor amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Sibatê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji %18 kêm bûye û 80 hezar û 31 xanî hatine firotin. Meha Çileya 2023ê 97 hezar û 708 xanî hatibûn firotin. Herî zêde jî li parêzgehên Stenbol, Enqerê û Îzmîrê yên Tirkiyê û herî kêm jî li parêzgehên Colemerg, Erdexan û Dêrsîmê yên Bakurê Kurdistanê xanî hatine firotin.

Li Stenbolê 14 hezar û 980, li Enqerê 8 hezar û 235 û li Îzmîrê jî 5 hezar û 31 xanî û li Colemêrgê tenê 16 xanî, li Erdexanê 30 xanî û li Dêrsîmê 47 xanî hatine firotin.

Herwiha li gor heman amaran di meha Sibatê de rêjeya firotina xaniyan bo welatiyên biyanî jî li gor heman meha sala par bi rêjeya %27 kêm bûye û daketiye 3 hezar û 350 xaniyan.