IYI Partî: Helbet Kiliçdaroglu dê serdana hemû hevbeşên welat bike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu derbarê serdana berbijêrê Hevpymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu ya bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de got “Ji ber ku Kiliçdarohlu berbijêr e dê ligel hemû hevbeşên welat hevdîtinan pêkbîne.”

Berdevkê  ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu roja Sêşemê 14ê Adara 2023an di bernameyeke televîzyonî de derbarê serdana berbijêrê postê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ya bo HDPê de axivî ku partiya wî duyem partiya herî mezin a Hevpeymaniya Millet e û Seroka wê Meral Akşener bi dijayetiya HDPê naskirî ye.

Zorlu ragihand ku partiya wî dê di çarçoveya hilbijartinan de serdana hemû parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bike û got “Weke ku seroka me ya giştî di rojên borî de got CHP û partiyên din ên hevpeymaniyê jî dikarin ligel partiyên din hevdîtinan pêkbînin û ev yek bo me ne pirsgirêk e.”

Kurşad Zorlu derbarê serdana Kiliçdaroglu ya bo HDPê de jî amaje bi serdana herî dawî ya AKPê ya bo HDPê da û got “AK Partiyê di Mijdarê de dema hevdîtinên destûrê de ligel HDPê hevdîtinek pêkanî. Partiya Tevgeera Netweperest (MHP) ku gelek rexneyên wê yên tûnd jî hebûn, gotibû ku ev serdan rast e û ya girîng naveroka wê ye. Kiliçdaroglu ji ber ku berbijêr e dê ligel hemû hevbeşên welat hevdîtinan pêkbîne.”

Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu 9ê Adara 2023an ragihandibû ku ew dê serdana HDPê bike.

Lê berî vê daxuyaniya Serokê CHPê Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener gotibû ku ew bi ti awayî qebûl nakin ku CHP, HDPê bîne ser wê maseya ku ew li ser in û bi ti awayî HDP nabe hevbeşa hikumeta di desthilata Hevpeymaniya Millet de û ti wezaretek bo HDPê nayê dayîn.