Li Tirkiyê bijîşk li qadan e; yek ji daxwazan zimanê Kurdî ye

15-03-2022
Omer Sonmez
Grev û çalakiyên bijîşk û karmendên tendirustiyê berdewam in (Wêne: Rûdaw)
Grev û çalakiyên bijîşk û karmendên tendirustiyê berdewam in (Wêne: Rûdaw)
Nîşan Tirkiye DISK Arzu Çerkezoglu
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi hezaran doktor û xebatkarên tendirustiyê li ser banga Yekitiya Tebibên Tirk û saziyên tendirustiyê, di 14ê Adarê roja Cejna Tibê de kar dan rawestandin û ketin grevê. Greva doktor û xebatkarên tendirustiyê wê îro jî berdewam bike. Bijîşk û xebatkarên tendirustiyê ji bo şert û mercên wan ên kar û mehaniya wan bê başkirin, her wiha yasaya li dijî tundiya tendirustiyê bê derxistin ji xeynî emeliyet û xizmetên lezgîn hemû xizmetên tendirustiyê di navbera 14 û 15ê Adarê de dan rawestandin. Her wiha ji aliyê bijîşk û xebatkarên tendirustiyê yên Kurd ve daxwaza di xizmetên tendirustiyê de bikaranîna zimanê Kurdî jî hat rojevê.

Girseya herî qelebalix û navendî ya doktor û xebatkarên tendirustiyê jî li Stenbolê li nav Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê civiyan û di nav nexweşxaneyê de meşiyan.

Bi sedan bijîşk û xebatkarên tendirustiyê ji bo şert û mercên wan ên kar û mehaniya wan bê başkirin, her wiha yasaya li dijî tundiya tendirustiyê bê derxistin û bê cîbicîkirin bo heyama 2 rojan ji xeynî emeliyet û xizmetên lezgîn hemû xizmetên tendirustiyê dan rawestandin.

Daxwazên bijîşkan

Dr. Arzu Çerkezoglu, Seroka DÎSKê, dibêje, “Em bi pêşengiya Yekitiya Tebibên Tirk û saziyên tendirustiyê ji bo mafên xwe daketin qadan û me biryara grevê da. Ji bo em pêşî li rewşa xirab a tendirustiyê bigirin û em mafên hemû xebatkarên tendirustiyê werbigrin li seranserê Tirkiyê di grevê de ne.”

Dr. Hamide Gursoy, Doktora Diranan, dibêje, “Em wek doktor û xebatkarên tendirustiyê di nav hemahengiyê de kar dikin. Ji bo em karibin di şert û mercên mirovî de bijîn em daxwaza başkirina mehaniya xwe dikin. Em dixwazin êdî dawî li tundiya di tendirustiyê de bê. Em naxwazin di çavê gel de wek berpirsyar û sûcdar bên dîtin.”

Semra Baysal, Hemşîre, dibêje, “Em mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Em dixwazin mafên xwe yên ji qîmetketinê bidest bixin. Her wiha bila mafê me yê malnişîniya beriya temenê yasayî jî bidin me.”

Yek ji daxwazên doktor û xebatkarên tendirustiyê di xizmeten tendirustiyê de daxwaza bikaranîna zimanê Kurdî bû.

Girîngiya xizmeta bi zimanê dayikê

Abuzer Pinar, Serokê şaxa Şişli ya KESKê, dibêje, “Em dibêjin dema welatî di xizmeta tendirustiyê de bi zimanê xwe xizmetê nebîne ev dibe sedema kêmasiyê. Ji loma em di xizmetên tendirustiyê de daxwaza bikaranîna Kurdî dikin.”

Suat Okay, Karmendê Tendirustiyê, dibêje, “Em dixwazin mehaniya me baş be. Lewra karê me zor e, lê li gorê wê mafê me nebaş e.”

Wê `Greva Mezin` a bi pêşengiya Yekitiya Tebibên Tirk di navbera 14 û 15ê Adarê de li tevahiya bajarên Tirkiyê û bakur birêve biçe. Ji xeynî vê wê bi heman daxwazan greva doktorên malbatî jî ji 14ê Adarê heta 16ê Adarê 3 rojan dewam bike. Doktor û xebatkarên tendirustiyê ji Cotmeha sala borî heta niha çendîn car in ku çalakiyên bi vî rengî saz dikin û daxwaza mafên xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst