Bild ji Erdogan re: Hûn li vir nayên xwestin

Navenda Nûçeyan – Rojnameya Bild a ku li Almanyayê herî zêde tê firotin, li dijî  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wiha nivisî: “Hûn li vir nayên xwestin.”

 

Rajnameya Bild a Almanyayê piraniya rûpela yekem û tevahiya rûpela duyem li ser Erdogan nivîsiye û di manşeta xwe de gotiye: “Bild, rastiyê li rûyê Erdogan dibêje.”

 

Di binê wê nivîsê de jî wiha hatiye gotin: “Hûn ne demokrat in! Hûn li vir nayên xwestin!”

 

Rojname di rûpela yekem a hejmara îro 15ê Adara 2017ê de bi nivîsa “Erdogan Beg, hûn li vir nayên xwestin!” derket pêşberî xwendevanên xwe.

 

Rojnameya Almanyayê Bild, li ser mijarên jiyana siyasî ya Erdogan, malbata wî, babetên ku di guhertinên destûra Tirkiyê de cih digre û nêrînên welatiyên Almanyayê yên li ser pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, sekiniye.