Li başûrrojavayê Îmraliyê keştî bin av bû

Hewlêr (Rûdaw) – Li Deryaya Marmarayê, li başûrrojavayê Girava Îmraliyê keştiyeke kargoyê bin av bû.

Ji bo personelên keştiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan têkildarî binavbûna keştiyê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan, keştiya kargoyê ya ku bin av bûye bi navê “BATUHAN A” ye û dirêjiya wê 69 metre ye.

Hat destnîşankirin ku ji bo keştiya kargoyê botên rizgarkirinê yên KEGM-6 û KIYEM-4 sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Parêzgarê Bursayê Mahmut Demîrtaş da zanîn, tê texmînkirin ku 6 kes di keştiyê de ne û welatiyên Tirkiyeyê ne.

Mahmut Demîrtaş herwiha ragihand, li cihê ku keştî bin av bûye pêl 3 metreyan bilind dibin.

Parêzgarê Bursayê herwiha amaje pê kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.