TIRKIYE - Bi hezar kes di bin kavilan de ne, siyasetmedar hilbijartinê nîqaş dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha bi hezaran kes di bin kavilan de ne, lê siyaseta Tirkiyê dest bi nîqaşên paşxistina hilbijartinê kiriye.

Erdheja ku li deh bajaran çêbû, bandor li 15 milyon kesan kir, ku li wan bajaran bi hezaran kesan canê xwe jidest dan û bi hezaran kesan koç kir.

Serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç, yekem car mijar anî ziman û daxwaz kir ku ji ber karesatê hilbijartin bên paşxistin.

Berdevkê AK Partiyê dibêje, ti pêwendiyeke axavtinên derbarê hilbijartinê de bi partiya wan re nînin.

Berdevkê AKPê  Omer Çelik got “Niha em hewla dermankirina birînên xwe û rizgarikirina canên xwe didin. Bi her awayî axavtina li ser hilbijartinê xelet e, em bi ti awayî rast nabînin. Em ji vê yekê şerm dikin."

Serokê Partiya Pêşerojê Davutoglu, bang li Erdogan kir û paşxistina hilbijartinan wek darbeyekê binav kir.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu dibêje “Dema roja wê bê, dê bê kirin, divê em niha êşa xwe bijîn. Lê hûn û yên li cem we senaryoyên paşxistina hilbijartinan tînin ziman. Nekin, her biryareke ku hûn bi rêya Komîsyona Hilbijartinê û bi binpêkirina destûrê werbigrin darbeyeke sivîl e.”

CHP jî dibêje Erdogan dixwaze bi paşxistina hilbijartinê kêmasiyên xwe veşêre.

Serokê Koma CHPê ya Parlamentoyê Engin Altay diyar kir “Erdogan bi paşxistina hilbijartinê nikare ji hesab dayînê bireve. Tu yê hesab bidî millet. Dixwazî di 14 Gulanê de dixwazî di 18 Hezîranê de. Em ji bo vê yekê dibêjin, welat û millet bi giranî birîndar bûne, divê millet biryarê bide, ku dê kî birîna wan bipêçe.”

Dîroka yasayî ya hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên Tirkiyê 18 Hezîrana 2023ê ye, lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, pêştir ragihand ku dê hilbijartin 14ê Gulana 2023ê bêne kirin. Hilbijartin têne paşxistin an nayên paşxistin, dê di rojên pêş de diyar bibe.