Li Şirnex û Stenbolê 26 kes bi tohmeta 'teror û PKKê' hatin desteserkirin

15-02-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Stenbol PKK Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê û Şirnexê 26 kes ji endam û rêveberên HDPê bi tohmeta têkiliya wan bi terorê û PKKê re hatin desteserkirin.

Îro 15ê Sibata 2022ê li hejmarek parêzgeh û navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatin kirin û hejmareke zêde kes hatine desteserkirin.

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsan bi ser hejmarek navnîşanan de girtin û rojnamevan û rêveberên HDPê jî di nav de 20 kes hatin desteserkirin.

Hevserokê Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) Esin Çelik û 9 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nava kesên desteserkirî de ne.

Li gor agahiyan kesên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Emnî ya Stenbolê hatine birin û kar û barên yasayî berdewam in.

Endam û Rêveberên HDPê ku hatine desteserkirin: Endamê Navenda HDPê Çiçek Ariç, rêveberên rêxistina navçeya Esenyurtê ya HDPê Çayan Yilmaz, Murat Turgut, Taner Karataş, Metin Burukanli, Abdullah Arinan, Kiyasattin Kurt û Selami Yaman.

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê jî 6 kes bi îdîaya endamtiya PKKê hatin desteserkirin û li Stenbolê derbarê 22 kesan de bi îdîaya endamtiya YPGê biryara desteserkirinê hat dayîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst