Li Stenbolê pêşangeha dahênerê Kurd Ebûl Îz Îsmaîl Cizîrî

Stenbol (Rûdaw) - Mûcîd û dahênerê Kurd Ebûl Îz Îsmaîl bin Rezaz El Cezerî bi îcad û afirîneriya xwe li Stenbolê ye. El Cezerî ku bi danîna bingeha çendîn corên zanistê cîhan guherandiye, li vî bajarî weke serbilindiyeke vir tê nasandin. Bi dehan îcad û amûrên robotîk ên Cezerî li muzexaneyeke pilebilind tên nîşandan. Eleqeya germ ya digel vê pêşengehê balkêş e. Amûrên ku wî di serdema 13an de afirandine jî weke referansa teknolojiya roja heyî girîngiya xwe diparêzin.

 

Welatê ku rêya li ber Kurdî qedexe ye. Lê ev rê ber bi dahiyekî Kurd, mûcîdê serdema 13an ango Îsmaîl El Cezerî ve derdikeve. Afirîneriya El Cezerî ku teknolojî û zanista serdemê sûdeke bêhempa jê wergirtiye bi pêşangehekê tê nîşandan. El Cezerî bi pêşengiya xwe ya ku bandor li cîhanê kiriye, ne weke kesekî Kurd lê weke serbilindiyeke Anatolê tê nasandin. Hemû amûrên ku wî di pirtûka xwe ya bi navê Kîtab-ûl Hiyel de nîşan dane, ji nû ve hatin çêkirin. Di dawiyê de jî tabloyek nuwaze derket.

 

Kuratorê Pêşangehê Mehmet Alî Çalişkan ji Rûdawê re ragihand: “Cezerî ji bo serdema me çavkaniyeke îlhamê ye. Hunermendekî mezin, dahî û kesekî ku ji sînorên serdema xwe derbas bûye. Cezerî sîstema mekanîkê bi çîrokên felsefî, mesajên mîtolojîk û hunerê nîşan dide. Tiştê ku Cezerî kiriye rabirdûya robotên vê demê û bingeha androidê ye. Dema em ji vî kesê derveyî rêzê dinêrin, em dibînin ku raman çawa cîhanê diguhêrin. Îro çawa em behsa Da Vîncî dikin divê em keda vî mucîdî jî nîşan bidin.”

 

Yekem robotên cîhanê, mekanîk û amûrên pîvana demê, cor bi cor îcadên teknolojiya beriya 800 sal. Berhemên ku wî bixwe çêkirine nemane. Lê qrojeyên ku wî di pirtûka xwe de cî dayê, sedî sed li gorî halê orijînal hatine çêkirin. Bi taybetî jî xebatên wî yên li ser pîvana demê, kesen ku seredena vê muzexaneyê dikin heyirî dihêlin.

 

Amadekarê pêşangehê Eyûp Onder dibêje: “Cezerî bêyî huner û mekanîkê girîngiyeke mezin daye sîstemên ewlehiyê jî. Yek ji wan ew sîstema deriyan e. Ew derî bi çar zornaxan tê şîfrekirin. Çar kilît li hev guncandine û ji bo vekirina wê 281 trilyon îhtimal derdikevin pêşberî we. Li gorî hesabê me ji bo şikandina vê şîfreyê 133 milyon sal divê meriv bixebite.”

 

Herwiha amadekarekî din ê pêşangehê Hakan Mutî jî diyar kir: “Ew amûr yek ji berhemên wî yên herî girîng e. Çar jûrik di vê de hene û di her yekê de jî corek vexwarin heye. Tu bixwazî kîjanê vexwî tu vî qulpî dizivirînî û ew di kaniyê re diherike.”

 

El Cezerî di serdema Artûkiyan de 26 salan weke serendezyar li qesrê kar dike. Endezyarî û mûcidiya El Cezerî ku bi huner û estetîkê hatiye sêwirandin, bi xebateke 13 salan û bi saya vê pêşangehê hatiye nûjenkirin. Pêşangeh, rêwitiyeke di navbera serdema heyî û dahatuyê de jî pêşkêş dike.

 

Geştiyareke bi navê Dîdem Ondul dibêje: “Em gelekî di bin bandora pêşangehê de man. Di jiyana modern de çi hebe em bingeha wê dibînin. Mixabinî ew e ku kesekî ku li vê xakê jiyaye nayê naskirin. Her kes Da Vîncî dizane lê xem e ku ew nayê naskirin.”

 

Fatîh Cicioglu jî dibêje: “Ya rast dîtina bavûkalên amûrên ku em îro bikar tînin tecrubeyeke balkêş bû. Gelek tiştên ku me hîç nedazinîn li vir in.”

 

Pêşengeha bi navê, "Makîneyên Cezerî yên Bêhampa" li ser hezar û 500 metre çargoşe hatiye danîn. Nêzikî sed sîstem, robot, pîvankêş, demjimêr, xebatên sîbernetîk ku teknolojiya îro nikariye jê derbas bibe, prototîpeke atolyeya wî, dê heta meha Hezîranê vekirî be. Stenbol piştî pêşengeha Davîncî vê carê mazûvaniya dahiyê Kurd dike.