Navenda Nûçeyan – Doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di roja duyem de berdewam e. Selahattin Demîrtaş got: “Eger ew qas bawerî bi medyayê tê, bila rûniştin zindî bê weşandin.”
Duh li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê rûniştina doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş dest pê kir û îro jî berdewam e. Hevserokê nû yê HDPê Sezaî Temellî, hejmarek parlamenter û nêzîkî 50 parêzeran beşdarî rûniştina doza Demîrtaş bûne.
Selahattin Demîrtaş berî dest bi axaftina xwe ya parastinê bike anî ziman ku divê rûniştina dozê ji raya giştî re vekirî be û wiha axifî: “Doz li ser medyayê tê amadekirin. Madem ku ew qas bawerî bi medyayê heye, xwezî rûniştin zindî bê weşandin. Dema min tohmetbar dikin her tiştî eşkere dikin, lê dema ku dor tê rûniştinê gelek tedbîr têne standin. Hewl didin xelkê ji pêvajoya dozê dûr bixin. Desthilatdarî hewl dide darizandinê ji raya giştî veşere.”
Demîrtaş derbarê heyama hatî desteserkirin de jî bibîr xist ku di 4ê Mijdara 2016an de bi fermana 6 dozgeran çend parlamenter hemwext hatin desteserkirin û got: “Tenê îradeyeke siyasî dikar vê yekê kordinê bike.”
Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş 4ê Mijdara 2016an di çarçoveya lêpirsînekê de li bajarê Amedê hatibû binçavkirin û paşî şandibûn Girtîgeha Edirneyê.
Demirtaş bi îdîaya avakirin û rêvebiriya rêxistinê, propagandeya rêxistinê û pesindayîna sûc û sûcdar, bi 142 sal cezayê hepsê tê darizandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse