Erdogan li ser YPG û PKKyê daxuyanî da

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erdogan Tirkiye YPG PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wî telîmat da ku xebatên fesixkirina PKKyê bi baldarî were meşandin û got, “Niha tengasiya herî mezin YPGya rêxistina terorê ye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê axivî.

Erdogan derbarê Sûriyeyê got, “Ji bo ku careke din Sûriye rabe ser pêyan em bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê û welatên Ereban re di nav hevahengiyê de ne.”

Erdogan li ser pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê jî got:

"Me telîmat da hevalên xwe ku xebatên fesixkirina rêxistina cudaxwaz bi baldarî û piralî bimeşînin.

Em wekî 85 milyon kesan dixwazin çekê ji navberê rakin, dîwarê terorê hilweşînin û hevdû bi hêz hembêz bikin.

Armanca me rakirina bariyera terorê û bilindkirina hiqûqa biratiyê ye.

Ji bo vê armancê pêşketineke girîng jî çêbû. Roj ev roj e, roja biratiyê ye.

Roj roja vekirina deriyê aramiyê ye. Roj ew roj e ku em li hemû erdnîgariya xwe aştî, îstiqrar û ewlehiyê serdest bikin."

“Em garantiya ewlehiya Kurdên Sûriyeyê ne”

Erdogan îdia kir ku li Sûriyê ew garantiya ewlehiya Kurdan in û got:

“Li Sûriyeyê niha pirsgirêka herî cidî rêxistina terorê YPGyê ye ku bêje hema ji 3yan yekê axa Sûriyeyê dagir kiriye.

Rêxistina terorê ya ku dest daniye ser çavkaniyên xwezayî yên Sûriyeyê eger çekan daneyne û xwe fesix neke dê nikaribe ji çarenivîsa çaverêkirî ya nêzîk dibe birêve.

Em li Sûriyeyê wekî hemû aliyên din, çareserkirina pirsgirêkên birayên xwe yên Kurd jî dişopînin, piştgiriyê dikin û em garantiya ewlehiya Kurdan in.

Eger em werin ser projeyên hincetê yên wekî DAIŞê, êdî ji wan nayê bawerkirin.

Eger li herêmê û Sûriyeyê bi rastî ji gefa DAIŞê ditirsin, hêza herî mezin ku dikare vê mijarê çareser bike Tirkiye ye.

Bila hemû kes destê xwe ji herêmê bikişîne û em dê bi birayên xwe yên Sûriyeyê re di demeke kurt de DAIŞê, YPGyê û rêxistinên terorîst ên din jî tune bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst