Selvî: Erdogan gotiye, ‘Ocalan naxwaze derkeve hepsa malê’

5 demjimêr berê
Nîşan Erdogan Ocalan Hepsa Malê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî Rojnameger Abdulkadîr Selvî, Erdogan gotiye, “Heps mepsa malê nîne. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê nîne.”

Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi parlamanterên partiya xwe re civiyaye.

Abdulkadîr Selvî di nivîsa xwe de got ku parlamenter herî zêde li ser mijara “hepsa malê” rawestiyane û pirs ji Erdogan kirine.

“Ew jî naxwaze derkeve”

Erdogan jî bersiv daye wan û gotiye:

“Heps mepsa malê nîne. Ew jî naxwaze derkeve, tiştekî bi navê efûyê nîne. Ji kujerê pitikan re efû nîne.”

Li gorî nivîsa Selvî, Erdogan pişt re jî berê xwe daye Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û gotiye, “Van ji xelkê re bibêjin.”

“Divê çek bê şert û merc werin danîn”

Abdulkadîr Selvî diyar kir ku Erdogan gotiye divê PKK çekan deyne û “Divê ne tenê li Tirkiyeyê, li Îraq û Sûriyeyê jî çek bê şert û merc werin danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst